‘Em xwedî li temînatê aştiyê Ocalan derkevin’ 2017-11-08 09:37:14 MÊRDÎN - Li Mêrdînê, çalakgerên bi armaca bi dawî anîna tecrîta li ser Ocalan û azadiya Ocalan ketin greva birçûbûnê, diyar kirin ku di şexsê Ocalan de gelê kurd tecrît dikin û divê ew xwedî li temînatê aştiyê Ocalan derkevin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û durveger ku Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk a (DBP) ên Mêrdînê bi armanca bi dawî anîna tecrîta girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. Kesên li Mêrdîn û navçeyên wê Artuklu, Qorser û Nisêbînê di 4’ê Mijdarê de beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bûn, azadiya Ocalan xwestin    'EM XWEDÎ TEMÎNATINÊ AŞTIYÊ DERKEVIN’   Gulbeyaz Guneş, diyar kir ku divê dewlet têkildarî mijarê gavên erênî bavêje û wiha axivî: “Me Ocalan mîna Rêberê gelê kurd qebûl kiriye. Divê demildest malbat, parêzer û heyet bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Li gelek qadên cîhanê ji bo Ocalan çalakî hatin destpêkirin. Gel baweriya xwe bi Birêz Ocalan tîne û li ser xeta wî dimeşe. Birêz Ocalan temînatê aştiyê ye. Gelê kurd xwedî Ocalan derdikeve, lê divê hîn zêdetir em xwedî wî derbikevin.”    'DI ŞEXSÊ OCALAN DE GELAN TECRÎT DIKIN'   Endama Meclisa HDP’ê ku ji bo 2 rojan beşdarî greva birçîbûnê bû Perîhan Agaoglu jî, anî ziman ku Birêz Ocalan ji bo gelên Rojhilata navîn xwedî girîngiyek  mezin e. Ocalan ji bo hemû gelan demokrasî, aştî û azadiyê dixwaze. Di şexsê Ocalan de hemû gelan tecrît dikin.”   ‘JI BO AZADIYA OCALAN EM BI HEVRE TÊBIKOŞIN’   Agaoglu, destnîşan kir ku tecrîta li ser Ocalan li dijî azadiya civakê ye û wiha bi dawî kir: “Tecrîta li ser gelê kurd di şexsê Ocalan de pêk tînin û dixwazin di civakê de kûr bikin. Birêz Ocalan berî her tiştî azadiya jinan dixwaze. Jin heqîqeta civakêne. Azadiya jinê azadiya civakê ye. Ji bo tecrît bê rakirin û Ocalan azad bibe divê em bi hev re têbikoşin. Ez bang dikim ku em têkoşînê mezin bikin.”