Idlibê vala dikin: Rojê 300 kes derbasî Hatayê dibin 2019-03-08 10:25:48 HATAY – Li Bajarê Idlibê yê Sûriyeyê ku rageşî zêde dibe, rojê nêzî 300 kes derbasî Hatayê dibe û Idlib vala dibe. Hat diyar kirin ku Rûsya teahud daye Tirkiye ku dê heta piştî hilbijartinê êrîşî Idlibê nekin.  Li Sûriye piştî 15'ê Adara 2011'an şerê navxweşî dest pê kir, niha hemû alozî, rageşî û şer li dora Idlibê kom bûye. Bajarê Idlibê ku komên oldar ên di kontrola Tirkiye de bajar bi rêve dibin, piştî alozî zêde bû, vala dibe. Ji niha de koçberiya ji Idlibê dest pê kir. Li Bajarê Idlibê ku dihat payîn ku her kêlî Rûsya êrîş bike, hat diyar kirin ku Rûsya teahud (mîsogerî) daye Tirkiye ku heta piştî hilbijartinê êrîşî Idlibê neke. Hat diyar kirin ku her rojê nêzî 200 - 300 kes ji Idlibê koçî Hatayê dikin. Welatiyên li ser sînor dijîn, diyar kirin ku dema welatî derbasî Hatayê dibin esker çavên xwe ji wan re digirin. Welatiyan anîn ziman ku li ser sînorê Hatayê komên Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) û OSO  yên di kontrola Tirkiye de û nokteyên çavdêriyên Tirkiye ku li gorî peymana di navbera Rûsya û Tirkiye de hatine avakirin heye. Hat diyar kirin ku Rusya û rejîn, li dijî HTŞ'ê di operasyonê de ye û li Başûrê Bajar, cih bi cih şer pêş dikeve. Gundiyên herêmê anîn ziman ku ji ber li hin cihan şer pêş dikeve û Rûsya heta piştî hilbijartinê dema daye li Idlibê koçberiyê dest pê kiriye û hêjmara kesên sînor derbas dikin û derbasî Hataye dibin roj bi roj zêde dibin.    YÊN DERBAS DIBIN NAYÊN RAWESTANDIN   Hat diyar kirin ku kesên ji Idlibê derbasî Hatayê dibin di sînorê navçeya Reyhanli û Altinozu re derbasî Hataylê dibin û tevî hemû tedbîrên eskerî rê li pêş koçberan nayên girtin. Hat îdiakirin ku li hin cihan di navbera polîs û cendirmeyan de şerê çekdarî pêş dikeve. Welatiyan anîn ziman ku li sînorê gundan esker ji koçberiyê re çav digire. Welatiyên Gundê Altinozu yên li ser sînorê Idlibê anîn ziman ku herêm çiya û daristan e û ji ber vê yekê kesên sînor derbas dikin vê herêmê tercîh dikin û wiha gotin: "Ji gundê Avuttepe (Kufurabet) heta Geliyê Gundê Seferlî û rojavayê Gundê Sivri Kavak (Com) didome. Dîsa digêje Rojavayê Gundê Karbeyaz digêje Çiftlika Omerli (Ayn Tilet). Pişti vê çîftlîkê sînorê Sûriye dest pê dike. Welatiyên Suriye û Idlimê li vê xetê derbasî Hatayê dibin. Herî zêde di gundê Saribukê re derbas dibin. Li milê Tirkiye yê gelî bi qasî 3 metreyan dîwarê beton hatiye lêkirin û ser betonê têl kirine. Sînorê Tirkiye bi têlan hatiye dorpêçkirin. Welatiyên Sûriye di Altinozu re ne pêkan in derbas bibin. Lê pêpelokên dirêj davêjin ser diwar û di ser dîwar re derbas dibin.    ‘ESKER ÇAVÊ XWE DIGIRIN   Çavkaniyan anîn ziman ku rojê nêzî 200-300 kes derbas dibin û eskerên li vir çavê xwe ji koçberiyê re digirin. Çavkaniyan anîn ziman ku ger polîs wan bigire dê bigirin û polîs wan negirin jî nayên girtin û derbasî Tirkiye dibin.  Çavkaniyan da zanîn ku deriyên Cilvegozu û Yayladag ên sînor ên Reyhanliyê girtî ne û lê tevî ku derî girtî ne jî mirov derbas dibin. Kesên derbas dibin sivîl in an jî endamên HTŞ û OSO  ne, nediyar in.    DI 9 MEHAN DE 74 HEZAR KES ZÊDE BÛN   Li gorî daneyên Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên hundir li gorî daneyên Hezîrana 2018'an li Tirkiye bi giştî 3 milyon û 570 hezar û 352 welatiyên Sûriye hebûn. Li gorî daneyên Sibata 2019'an 74 hezar penaberên Sûriye zêde bûn û hêjmar gihişt 3 milyon û 644 hezar û 342 kesan.    Li gorî daneyên Îdareya Koçberiyê ya 7'ê Sibata 2019'an; li Stenbolê 558 hezar û 437 penaberên Sûriye hene. Li Rihayê 452 hezar û 534, li Hatayê 447 hezar û 884, li Dîlokê 425 hezar û 383, li Edeneyê 235 hezar û 434, Li mêrsînê 206 hezar û 241, Li Bursayê 167 hezar û 615, Li Îzmirê 142 hezar û 819, Li Kilisê  114 hezar û 788, li Konyayê 106 hezar û 641, Li Mêrdînê 89 hezar û 806, Li Enqereyê 89 hezar û 490, li Mereşê 88 hezar û 602, li Qeyseriyê 78 hezar û 178, li Kocaeliyê 54 hezar û 976, li Osmaniye 49 hesar û 35, li Amedê 33 hezar û 892, li Meletiyê 29 hezar û 581 li Semsûrê jî 27 hezar û 88 penaberên Sûriyeyî hene.