Serokê TÎP’ê Baş: Ji bo Leyla divê em bikevin tevgerê 2019-03-08 10:23:39 AMED – Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş bal kişand ser grevên birçîbûnê û got: “Em xwedî li dengê Leyla derkevin û ji bo em Leyla bidin jiyîn divê em bikevin tevgerê.”  Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin nirxand. Baş got divê hemû gel ji bo berpirsyariya têkildarî greva birçîbûnê bînin cih û grev li dijî polîtîkaya tecrîdê ya ku şer kûr dike ye û bi tecrîdkirina gelê kurd dixwazin hemû Tirkiye bixin bin tecrîdê.    'TECRÎD DER QANÛNÎ YE’    Baş anî ziman ku AKP bi zanebûn Ocalan tecrîd dike û got: “Pêkanînên vê tecrîdê li dijî qanûnan e. Tecrîd îlankirina şer e li dijî gelên Tirkiyeyê. Grevên birçîbûnê di heman demê de ji bo rakirina tecrîdê bangek e ji bo gelan. Wek din tu rêyek nemaye û ji bo deng bê bihîstin neçarin serî li rêbaza grevên birçîbûnê bê xistin.”    ‘EM BIBIN DENGÊ LEYLA’    Baş da zanîn ku greva birçîbûnê çalakiyek mafdar e û got: “Rakirina tecrîdê ya dê rê ji aştiyê re veke ji nan û avê ferzttir e. Daxwaza çalakgeran daxwaza hemû kedkar û gelên xizan ên Tirkiyeyê ye. Em ê polîtîkayên şer têk bibin û em ê îradeyek xurt li Tirkiyeyê rakin ser piya. Em ê hevalên xwe bidin jiyîn û ber bi rêya aştî, wekhevî, azadî û biratiyê ve biçin. Ev yek wezîfeya me hemûyan e. Greva birçîbûnê di astek krîtîk de ye. Divê bi lezgînî daxwaz bên qebûlkirin. Jiyankirina mirovan tişta herî bi nirx e. Ez bang li hemû kîtleyên demokratîk, rewşenbîr û nivîskaran dikim ku xwedî derkevin. Divê bi lezgînî hemû gelên Tirkiyeyê vê berpirsyariyê hilde ser milê xwe. Em xwedî li dengê Leyla derkevin û ji bo Leyla bidin jiyîn bikevin tevgerê.”    MA / Mehmet Şah Oruç – Ozgur Paksoy