Zarokan dikin qurbana qezenca zede 2017-11-08 09:32:36 EDENE – Li dibistanan gelek xwendekar ji ber xwarinên tên dayîn jehrî dibin. Sekreterê Darayî yê Giştî yê Egîtîm-Sen’ê Ahmet Karagoz balê kişand ser vê rewşê û diyar kir ku ji bo qezenceke zêdetir zarok tên qurbankirin.  Li tevahiya Tirkiyeyê, di du mehên dawî de herî kêm 284 xwendekar ji ber xwarinên tên dayîn jehrî bûn. Sekreterê Darayî yê Giştî yê Egîtîm-Sen’ê Ahmet Karagoz vê jehrîbûna li dibistanan nirxand.     Karagoz, diyar kir ku ji bo xizmeta hînkarî û perwerdehiyê bi awayekî tenduristiyane bê kirin, tevdîrgirtin beriya her tiştî di bin berpirsiyariya Wezareta Perwerdehiya Netewî û rêveberên dibsitanan de ye. Karagoz, anî ziman ku di demên dawî de nûçeyên der barê jerîbûna xwendekaran de zede dibin. Karagoz, got ku ev yek jî nîşan dide ku di warê xwarinê de venêrîneke baş nayê kirin û li ber çavan tenduristiya zarokên me davêjin nav rewşeke bi risk. Karagoz, got ku li saziyên perwerdehiyê ku gelek xwendekar lê hene, divê venêrîneke hesas bê kirin.    ZAROK DIBIN QURBANA QEZENCA ZÊDE’    Karagoz, da zanîn ku di warê perwerdehiyê de xizmetên wek xwarin û gihaniyê bi riya îhaleyê tên çêkirin û kesên dikevin îhaleyê jî li nasnameya wan a siyasî tê nihêrîn û îhaleyan didin kesên nêzî îktîdarê. Karagoz, dest nîşan kir ku ji bo malekî hîn erzantirîn dem bi dem zarokên wan dibin qurbana qezenca zêde ya îhaleyan. Karagoz ev tişt gotin: “Ji ber vê em dibêjin, hem gihanî hem jî xwarin hemû di bin berpirsiyariya Wezareta Perwerdehiyê ya Netewî (MEB) de ye. MEB û rêveberên dibistanan mecbur in çareyekê ji vê yekê re bibinin. Mecbûr in venêrînên zexîreyî zêde bikin. Di rewşa heyî de em dibînin ku venêrîn nayên kirin û xwarin bi malzemeyên erzan û bêqalîte tên çêkirin.”   ‘DIVÊ TEVDÎR BÊN GIRTIN’    Karagoz, anî ziman ku pirsgirêka serwîsên dibsitanan bi salan heye. Karagoz diyar kir ku di vî warî de rêziknameyeke berfireh  heye, lê belê tevgerîneke li gor vê rêziknameyê tune ye. Karagoz, dest nîşan kir ku divê venêrîn zede bibin, ji bo di çûn hatina dibistan û malê de xwendekar bi tu pirsgirêkan re rû bi rû nemînin, tevdîr bên girtin.    Herî dawî Karagoz ev tişt gotin: “Em perwerdehiyeke laîk, zanistiyî, bê pere, wesfdar û ya bi zimanê dayikê pêşniyar dikin. Divê îktîdara siyasî demildest destê xwe ji ser zarokên me û dibistanên me bikişîne. Tenê bi perwerdehiyê jiyana bi hev re pêkan e. Ji ber vê em ê nehêlin ku îktîdarên siyasî zarokên me bikin qurbana îstikbalên xwe yên siyasî.”