Alîgirên Amedsporê PFDK'ê protesto kirin 2019-03-07 21:27:17   AMED - Alîgirên Amedsporê, biryara PFDK'ê ya der barê qapîtanê Amedsporê Mansûr Çalar de protesto kirin.    Desteya Dîsîplînê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (PFDK), der barê lîstikvan û qapîtanê Amedêsporê Mansûr Çalar de biryara heta hetayê menkirina ji futbolê dabû. Alîgirên Amedsporê, biryara PFDK'ê protesto kirin.    Alîgiran li bajêr bi awayekî konvoyî tûr avêtin û biryara PFDK'ê şermezar kirin. Di dema tûravêtinê de alîgiran dirûşmeyên "Mansûr Çalar rûmeta me ye" û "Amedê ranezê xwedî li tîma xwe derkeve" berz kirin.    Her wiha di dema protestokirinê de wesayîtên di rê de jî bi qorneyê piştgirî dan çalakiya alîgirên Amedsporê.