Li Rihayê 4 kes hatin girtin, li Bedlîsê jî 6 HDP'î hatin binçavkirin 2019-03-07 20:14:18   RIHA/BEDLÎS - Li Wêranşara Rihayê ji 9 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin. Li Xelata Bedlîsê jî 6 HDP'î hatin binçavkirin.   Li Wêranşara Rihayê ji 9 kesên hatibûn binçavkirin, piştî kar û barên li qereqola cendirmeyan, sewqî Edliyeya Rihayê hatin kirin. Hişman Cîn, Mûrat Çalagan, Serdar Dodikanli, Faysel Adal, Denîz Ûlûmasan, Îbrahîm Halîl Kûdîn, Şeyhmûs Egemen, Îsmaîl Yetkîn û Sadet Çeken li dozgeriyê îfade dan. Dozgeriyê , Yetkîn, Adal, Dodikali, Çalagan û Çeken hatin berdan û Denîz Ûlûmasan, Îbrahîm Halîl Kûdîn, Şeyhmûs Egemen û Hişman Cîn bi îdîaya ‘Heqaret li dewletê kirine’ û ‘Propagandaya rêxistinkirinê’ sewqî dadgehê kirin.    Dadgehê biryara girtina 4 kesan da û şandin Girtîgeha Tîpa T a Hîlwanê.   BEDLÎS   Li navçeya Xelat a Bedlîsê jî 6 HDP’yiyên ku dema li şûna afîşên hatin çirandin yên nû bi cih dikirin,  ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û wan birin midûriyeta emniyetê. Kesên hatin binçavkirin ev in: Mesût Gunbay, Erhan Gunbay, Ziver Gunbay, Semseddîn Gunbay, Cevdet Gunbay û kesekî navê wî nehat hînbûn.