Çalakiya greva birçîbûnê ya HDP'iyên hatin berdan didome 2019-03-07 19:10:59   AMED - Li Amedê, di 3'yê Adarê de HDP'iyan ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe ketin greva birçîbûnê, bi fermana Soylû hatibûn binçavkirin. Piştî hatin berdan, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li avahiya partiyê didomînin.    Di 3'yê Adarê de Parlementera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, endamên partiyê Sevîcan Yaşar, Salîha Cansever, Îsmet Yildiz, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Lê piştî çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin bi fermana Wezîrê Karên Navxweyî suleyman Soylû, polîsan avêtibû ser avahiya HDP'a Amedê û endamên HDP'ê hatibûn binçavkirin. Piştî 4 rojan şûnde endamên HDP'ê hatin berdan û li avahiya partiyê çalakiya xwe didomînin.    Ji 3'yê Adarê ve gelek kes li avahiya HDP'ê serdana parlementer Dersim Dag dikin. HDP'a Rezanê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê serdana Dersim dag kirin û di dema serdanê de jinan dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan, "Leyla Guven rûmeta me ye", "Dersim Dag rûmeta me ye" û "Jin jiyan azadî" berz kirin.    Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş û Parlementerê TÎP'ê yê Hatayê Bariş Atay jî îro serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven kirin û paşê çûn avahiya HDP2a Amedê û serdana çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya partiyê kirin.