Heyeta TÎP’ê Guven ziyaret kir: Ev daxwaz berpirsyariyê dide me 2019-03-07 16:49:27 AMED – Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Leyla Guven ziyaret kir û got: “Deshilatdariyê li dijî her aliyî şer îlan kiriye. Li dijî şer Leyla Guven berxwedanê da destpêkirin. Ji her demê bêtir berpirsyarî dikeve ser milê me.”    Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş û Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Bariş Atay çûn mala Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku 120 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye ziyaret kirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî li gel Baş û Atay çû serdanê. Heyet ji ber pirsgirêkên tenduristiyê bi Leyla Guven re nikaribû hevdîtinê bike. Heyetê ji keça Guven, Sabîha Temîzkan û parlamenter Aydenîz agahî wergirtin. Piştî hevdîtinê heyetê li ser piya silav da Guven û ji mala wê veqetiyan.    ‘LI DIJÎ GEL ŞER ÎLAN KIRIYE’    Piştî serdanê Erkan Baş li ber mala Leyla Guven daxuyanî da û got ew bi armanca piştgiriya Guven hatine serdanê û wan silavên kedkarên ji aliyê Tirkiyeyê ji Guven re birine. Baş da zanîn ku her çiqas mijara sereke hilbijartina xwecihî be jî lê rojeva sereke çalakiyên greva birçîbûnê ye û got: “Desthilatdariya AKP’ê li dijî gelê kurd û Tirkiyeyê şerek daye destpêkirin. Deshilatdarî dixwaze xwe bi vî qoltixî biparêz e. Bi şer dixwaze berê gelên me bide hev û wan bike dijminê hev. Em vê yekê li gelek qadên jiyanê dibînin. Tenê ne li bajarên kurdan em li her aliyê Tirkiyeyê v3e yekê dibînin. Li dijî her beşên civakê şerek mezin tê meşandin.”    ‘ZAROKÊN VÎ GELÎ ALA BERXWEDANÊ LI BA DIKIN’    Baş anî ziman ku polîtîkaya şer a hikumeta AKP’ê li bajarên kurdan teşeyê xwe guhertiye û got: “Zarokên xweşik ên vî gelî li dijî her polîtîkaya şer ala berxwedanê hildaye û li ba dikin. Leyla Guven tenê ne ji bo xwe ji bo aştiya hemû gelên Tirkiyeyê greva birçîbûnê da destpêkirin. Ev daxwaza her mirovên li Tirkiyeyê aştiyê dixwaze ye. Daxwazek hevpar e. Ji bo em bêjin ev daxwaza me ya hevpar e em li vir in. Berxwedanê bi Leyla Guven dest pê kir û li her devera cîhanê belav bûye. Li dijî şer Leyla Guven berxwedanê da destpêkirin. Ji her demê bêtir berpirsyarî dikeve ser milê me.”