Endama Meclîsa HDP’ê Yerlîkaya hat girtin 2019-03-07 16:45:36   AGIRÎ - Endama Meclîsa HDP’ê Zelal Yerlîkaya ya li Agirî hatibû binçavkirin, hat girtin.    Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zelal Yerlîkaya ya duh li Agiriyê hatibû binçavkirin hat girtin. Yerlîkaya, piştî lêpirsîna wê ya li Midûriyeta Polîsan a Bajêr û dozger, sewqî edliyê hat kirin. Dadgehê, bi hinceta parvekirinên medya civakî, bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” derbarê Yerlîkaya de biryara girtinê da û şand Girtîgeha Tîpa L a Panosê.