Di mehekê de 4 hezar û 987 binpêkirina mafan qewimîne 2019-03-07 15:00:33 ÎZMÎR – Li gorî daneyên Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê di sibata 2019’an de li herêma Egeyê 4 hezar û 987 binpêkirinên mafan qewimîne.  Şaxa Komeleya Mafên Mirova ya (ÎHD) Îzmîrê têkildarî binpêkirina mafan ên di meha sibata 2019’an de li herêma Egeyê qewimîn raporek amade kir û bi raya giştî re parve kir. Rapor bi civînek çapemeniyê ku rêveberên Komeleyê beşdar bûn li avahiya xwe daxuyandin. Ji rêveberên komeleyê Vedat Çaçan got di rapora wan de bajarên Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Manîsa, Uşak, Afyon, Kutahya, Antalya, Burdur, Mugla, Balikesîr î û Isparta cih digirin û daneyan li van bajaran berhev kirin e. Çaçan da zanîn ku çalakiyên greva birçîbûnê û hilbijartin rojeva Tirkiyeyê diyar dikin û bi taybetî di hilbijartinê de li dijî HDP’ê pêkanînên cudakariyê tên kirin.    55 KES HATINE BINÇAVKIRIN    Çaçan bal kişand ser binçavkirinên demên dawî û piraniya binçakvirina ji ber parvekirinên medya civakî pêk tên û gelek ji van xebatên partiyên siyasî ne. Çaçan anî ziman ku yên tên binçavkirin bi “serbestiya kontrolê” tên berdan û di meha sibatê de li herêma wan 55 kes hatine binçavkirin û kesek jî hatiye girtin û di dema serdegirtinê de jî 57 binpêkirin qewimîne.    981 BINPÊKIRINA MAFÊ PENABERAN QEWIMIYE    Çaçan diyar kir ku li herêma Egeyê yek ji rojevên sereke pirsgirêka penaberan e û 968 penaber dema xwestine derkevin derveyî welat hatine girtin, 13 penaber hatine dersînorkirin û bi giştî 981 binpêkirina mafan qewimiye.    7 KARKERAN JIYANA XWE JI DEST DA    Çaçan destnîşan kir ku li qada kedê binpêkirina mafan zêde dibin û got: “Bi taybetî ji ber muçeyê karkeran nadin wan bûye sedema dev ji kar berdin. Di 9 kazayê kar de 7 karkeran jiyana xwe ji dest daye û karkerek rastî êrîşê hatiye, 380 karkeran bi boneya muçeyê xwe nesitendine çalakiya dev ji kar berdanê pêk anîne, 59 karker jehrî bûne, karkerek întîxar kiriye, karkerek grev kiriye. Bi giştî 458 binpêkirina mafan qewimiye.”    BINPÊKIRINA MAFAN ZÊDE BÛYE    Çaçan da zanîn ku li herêma Egeyê şidet, tacîz û tecawiza li dijî jin û zarokan zêde bûye û bi giştî li dijî jin û zarokan 25 binpêkirina mafan pêk hatiye. Çaçan bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan  jî û di meha sibatê de li girtîgehên herêmê 18 binpêkirinên mafan qewimîne. Çaçan diyar kir k udi mirinên guman û bûyerên întîxarê de jî zêdebûn çêbûye û 7 kes întîxar kiriye, ji ber xemsariyê kesek miriye, 7 mirinên guman pêk hatine, 3 hezar û 366 kes ji ava vexwarinê jehrî bûne, li dijî mafek jiyanê û 2 xizmeta tenduristiyê ya kêm bi giştî 3 hezar û 384 binpêkirinên mafan qewimîne.    Çaçan di dawiya daxuyaniyê de jî got di meha sibatê de li herêma xwe tespît kiriye ku 4 hezar û 982 binpêkirinên mafan qewimîne.