Jin dê sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê bin 2019-03-07 13:23:10 AMED – DAKP’ê ji bo mitînga 8’ê Adarê dê sibê li Qada Îstasyonê ya Amedê li dar bixe banga beşdariyê li jinan kir.    Bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP) dê sibê bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Amedê mitîng bê lidarxistin. Mitîng dê bi şîara “Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin û jin di grevê de ne” saet li 12.00’an li Qada Îstasyona Amedê dest pê bike. Tê payîn ji Wan, Çewlig, Êlih, Mûş, Dersim, Mêrdîn, Riha û Şirnexê jin beşdarî mitîngê bibin. Jin li navçeyên navendî Rezan, Sûr, Peyas û Yenîşehîrê yên Amedê li jinan belavokan belav dikin û wan vedixwînin mitîngê.    JI BO MITÎNGÊ DESTÛR HAT DAYÎN    Ji bo mitîngê destûr hat wergirtin. Ji Komîteya Amadekar a Mitîngê Selma Yusma diyar kir ku got ew ê li dijî zêdebûna cînayet, şidet, tecawiz û îstîsmara zayendî li qada bin û bertek nîşanî van pêkanînan bidin. Yusma da zanîn ku fatûraya krîza aborî ji li jinan tê birîn û got: “Mitînga me, wê ji vê çûyîna xerab re bêje bes e û dixwaze rawestîne.”    JINAN VEXWEND QADA ÎSTASYONÊ    Yusma destnîşan kir ku ev hefteyeke ew di çarçoveya 8’ê Adarê de rêzeçalakî û şahiyan li dar dixin û got: “Me ji bo mitînga xwe destûra fermî wergirtiye. Em ê tevî hemû astengiyên heyî û zextan jî li qadan bin. Şidet, tacîz, tecawiz û her cûre zextên li dijî jinan her ku diçe zêde dibin. Di sala 2018’an de 440 jin ji aliyê pergala baviksalar ve hatin kuştin. Di meha çile ya îsal de jî 43 jin hatin kuştin. Ji bo em ji van hemûyan re bêjin bes e dem hatiye. Tevî van hemû zextan em ê bi şîara ‘Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin û jin di grevê de ne’ sibê li qadan bin. Ji bo em ji zext û şidetê re bêjin na em jinan edixwînin Qada Îstasyonê.”