Li Hewagê 3 welatî hatin binçavkirin 2019-03-07 12:44:15   RIHA – Li Navçeya Hewagê 3 kes ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin.    Li gundên girêdayî Navçeya Hewagê ya Rihayê serê sibê cendermeyan avêt ser gund û li malan lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerîna li malan cendermeyan Şevket Taş, Gafarî Aslan û Emîn Taş binçav kirin. Hat zanîn her 3 welatî bi hêceta parvekirinên medya civakî hatine binçavkirin û ew birine fermandariya cendermeyan.