Li Sêrtê afîşên HDP’ê hatin berhevkirin! 2019-03-07 12:07:43 SÊRT – Dozgeriya Sêrtê der barê afîşên HDP’ê yên li Sêrtê hatin daliqandin de biryara berhevkirinê derxist.    Partiya Demokratîk a Gelan li gelek cihên Sêrtê afîşên bi nivîsên “Azadî bixwerevebirinê dest pê dike” û “Ya Me Ye” li bîllboardan daliqandibû. Polîsan der barê afîşan de Dozgeriya Sêrtê agahdar kir. Dozgeriyê bi hêceta “Propaganda rêxistinê dike” ferman da polîsan û xwest afîş bên daxistin û berhevkirin. Piştî fermana dozgeriyê polîsan afîş û pankartên li cihên cuda yên Sêrtê hatibûn daliqandin rakir û dest danî ser.