Hevdîtina gel a HDP’ê vediguhere qada mîtîngê 2019-03-07 12:04:14   MÊRSÎN - Serdanên Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Akdenîzê Reşat Aşan û Şîlan Yuksekkayak ên bi gel û esnafan re didomin. Parlemênterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran û Aleddîtn Erdogan ên namzetiya wî ji aliyê YSK’ê ve hat redkirin jî piştgirî dan namzetan.    Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Hevşaredarên navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê Reşat Aşan û Şîlan Yuksekkayak, xebatên xwe yên hilbijartinê berdewam dikin.  Namzetan bi parlemênterê HDP’ê yê Mêrsînê Ridvan Tûran û Aleddîtn Erdogan ên namzetiya wî ji aliyê YSK’ê ve hat redkirin re esnaf û malbat ziyaret kirin. HDP’iyan li Taxa Kazanli malbat û li Taxa Çay jî esnaf ziyaret kirin û beşdarî vekirina buroyê bûn. Namzetên rastî eleqeyek mezin a gel hatin, gel vexwendin vekirina buroyan.     Namzet, berî vekirina buroya hilbijartinê ya li Taxa Çay, li Parka Ahmet Kaya bi gel re hatin gelhev. Hevdîtina ku bi sedan welatî beşdar bûn, veguherî qada mîtîngê. Di hevdîtinê de, welatiyan bê naber dirûşmeya “Bi berxwedanê emê qezenc bikin” û “Bijî berxwedana HDP” berz kirin.  Parlementerê HDP’ê yê Mêrsînê Tûran liv ê derê axaftinek kûrt kir û wiha got: “Li vî welatî pirsgirêka beka ya AKP û MHP’ê heye. Ji bo ku  pirsgirêkên li Tirkiyeyê bi dawî bibin, Leyla Guven û bi sedan kes bedena xwe ji mirinê re razandine. Daxwazên wan daxwazên me û divê bên qebûlkirin.”   ‘SAZIYÊN HATINE GIRTIN EMÊ CARDIN VEKIN’   Namzeta Hevşaredariya Akdenîzê Şîlan Yuksekkaya jî, bak kişand ser çalakiya Leyla Guven û 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz kir. Yuksekkayak, diyar kir ku saziyên ji aliyên qeyûman ve  hatine girtin, ewê cardin vekin.    Namzetê Hevşaredariyê Reşat Aşan jî, da zanîn ku ewê rihekê ciwan beşdarî rêveberiyên herêmî bikin û wiha axivî: “Armanca me ne tenê şaredarî girtine, di heman demê de yekitiya herêmî avakirine. Emê di feraseta xwe ya şaredartiyê de azadiya baweriyan biparêzin. Emê projeya xwe ya Mala Cemê bixin pratîkê. Emê bi awayekê wekhev nêzî hemû baweriyan bibin. Dîsan projeyên me yên atolyeyên tekstîlê û avakirina navenda çand û hunerê hene. Emê qûrsê pişeyî bidin. Emê hemû çandan bidin jiyîn.”   Piştî axaftinan, namzet û parlementeran, buroya hilbijartinê ya li Taxa Çay, li ber berzkirina  dirûşmeyan û lêxistina çepikan vekirin.