‘Di 17 salên dawî de mafê 15 hezar û 34 jinan hat binpêkirin’ 2019-03-07 11:54:42 ENQERE – Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu rapora bi navê “Bipêkirina Mafê Jiyana Jinan a Sala 2018’an” weşand. Li gorî raporê di 17 salên dawî de mafê 15 hezar û 34 jinan hatiye binpêkirin.    Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrlikulu rapora bi navê “Bipêkirina Mafê Jiyana Jinan a Sala 2018’an” weşand. Di raporê de hat gotin di sala 2002’an de hejmara jinên hatin kuştin 66 bû û vê hejmarê ji sedî 392 zêde bûye û di 2018’an de gihîştiye 440 kesî. Di raporê de hat zanîn ku di meha Çile ya 2019’an de 43 jin û di meha sibatê de jî 31 jin hatine kuştin. Di raporê de hat gotin ji roja hikumeta AKP’ê hat ser hikumetê û heta meha adara 2019’an bi giştî mafê 15 hezar û 34 jinan hatiye binpêkirin.