Qeyûm beriya Erdogan bê Mêrdîn dest bi pîneyê kortikên rê kirin 2019-03-07 11:22:09 MÊRDÎN - Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan beriya bê Mêrdîn, şaredariya di destê qeyûm de dest bi pînekirina kortikên reyan kirin. Şaredarî ji bo kortikên rê veşêre seferber bû. Li aliyê din tedbîrên awarte girtin.    Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan dê îro li Mêrdînê mîtîngê pêk bîne. Beriya Erdogan bê Mêrdîne polîsan bajar dorpêç kirin û tedbîrên gelek mezin stendin. Hemû çalakî û şahiyên ku li Mêrdîn pêk bên hatin qedexekirin. Gelek rê li trafikê hatin girtin û helîkopter li ser bajar difire. Rê û rêgehên ku konvoya Erdogan lê derbas bibe polîsan bariyer dani û her 5 metreyekî polîsek rawestiya. Bi sedan polîsên hêzên çevîk jî ji derve anîn Mêrdînê. Li gelek nokteyên bajar jî nokteyên kontrolê ava kirin. Welati di lêpirsina Lêgerîna Agahiya Giştî (GBT) re derbas dibin. Li gel tevgera polîsan liv û tevgera eskeriyê jî zêde bû.    QEYÛMÊ DEST BI PÎNEYAN KIR    Qeyûmê tayînê Mêrdînê kiriye, beriya Erdogan bê Mêrdînê seferber bû û dest bi pîneyên rê kir. Qeyûm beriya mîtîngê seferber bû û hemû karkerên paqijiyê kortikên rê pîne dikin. Li aliyeki gemar u qirêjiya nava bajar paqij dikin û li aliyê din rêyên kortik pîne dikin. Midûriyeta Rêyên bejayî dest bi pîneyan kir û li çep û rastên rê posterên Erdogan hatin daliqandin.    Qada mîtînge ku heta niha li hemû partiyên siyasî qedexe bû ji bo mîtînga AKP'ê û Erdogan serbest e.