Hevseroka Rêxistina HDP’a Torbali hat binçavkirin 2019-03-07 10:45:05   ÎZMÎR – Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Torbali Gulcan Kizildag û kesê bi navê Denîz Poyraz di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.    Polîsan serê sibê li navçeyên Torbali û Konakê yên Îzmirê bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Torbali Gulcan Kizildag û her wiha welatiyê bi navê Denîz Poyraz hatin binçavkirin. Di lêgerîna malan de gelek pirtûk û alavên dîjîtal jî hatin desteserkirin. Hêceta binçavkirina Kizildag û Poyraz nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê.