Dr. Demîr: Em ê bi gelê xwe re xizmetê hilberînin 2019-03-07 10:35:14 ÊLIH – Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya Êlihê Dr. Mehmet Demîr diyar kir ku ew ê di 31’ê Adarê de projeya herî mezin îmze bikin û got: “Tevî hemû deynan jî em ê gel re bixebitin û ji bo gel xizmetê hilberînin.”    Lîjneya Hilbijartinê ya Êlihê namzetiya hevşaredarê HDP’ê yê Êlihê Sabrî Ozdemîr red kir. Li ser vê yekê HDP’ê Dr. Mehmet Demîr ji bo namzetiya hevşaredariya Êlihê da nîşandan. Demîr li gundê Êrdê yê girêdayî Navçeya Kercewsê ya Êlihê hat dinyayê û di sala 1994’an de ji Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleya Amedê mezûn bû û di qada tenduristiyê de hekîmiyê kir. Di navbera salên 1999 û 2013’an de Serokatiya Odeya Bijîşkan a Êlihê kir. Demîr ji sala 2010’an ve di komîsyona Tenduristî û Dîplomasiyê yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de wezîfedariyê kir.    ‘EM Ê BI GEL RE BIXEBITIN’    Demîr der barên xebatên hilbijartinê de ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî. Demîr diyar kir ku wan lez daye xebatên xwe û got: “Partiya me îro vê wezîfeyê da me. Em ê ji bo xizmeta gelê xwe ji pêvajoyê re bibin bersiv. Em ê dibêjin ku em ê bi gelê xwe re bi awayek hevpar bixebitin û bi gel re birêve bibin.”    'EM Ê ŞAREDARIYA XWE DÎSA BI DEST BIXIN’    Demîr anî ziman ku tevî pêvajoya zehmet jî serkeftin a HDP’ê ye û wiha domand: “Îro Serokkomar li her cihê ku diçê heqaretê li kurdan dike. Wezîrên wî bi polîsan bi ser me ve dişînin. Lê em ê li van gef û zextan guhdar nekin. Armanca me tenê bi dest xistina şaredariyê nîne, di heman demê de ji bo em mafê herî xwezayî yê rêxistinê yê gel ava bikin jî hewl didin. Em ê carek din ji nû ve şaredariya gel bi dest bixin.”    'ŞAREDARIYÊ DI BIN DEYNAN DE HIŞTINE’    Demîr da zanîn ku ji roja qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê kirin heta niha şaredariyê xistiye bin deynan û wiha got: “Zîhniyeta qeyûm xizmetê ji gel re nekiriye. Hemû mal û milkên gel dane ranxwiran. Li gorî dilê xwe tevger kirin e û bi hezaran milyon şaredariyê di bin deyn de hiştine. Hemû îhaleyan pêşkêşî alîgirên xwe kirin e. Şaredariya niha bi tu awayî bi zelalî tiştên xwe aşkere nake. Lê di serdema me de her tişt bi zelalî dihat kirin û rêgeza zelaliyê hebû. Tê gotin ku 130 milyon deynê şaredariyê heye, lê rûyê rast çiqas em nizanin.”    PROJEYA NEWALA ÎLUHÊ    Demîr anî ziman ku wê deynên şaredariyê ji xizmeta wan re nebin asteng û wiha pêde çû: “Dema em werin ser rêveberiya şaredariyê karê me ewil wê bi amadekirina rapora qeyûm dest pê bike. Em ê li gorî derfetên di destên xwe de plansaziya hilberîna xizmetê derbixin. Pirsgirêka lezgîn a gelê Êlihê projeya Newala Îluhê ye. Havînê xelk nikare ji bêhnê bisekine. Ji bo vê yekê divê em ji butçeya navendî sûdê werbigirin. Kontrola butçeyên ji bo şaredariyan tê veqetandin dewrî Serokkomariyê hatiye kirin. Karê me zor e lê tevî vê yekê jî em ê beş bi beş projeya xwe ya Newala Îlûhê ku di nava Êlihê de derbas dibe bidomînin û vê newalê islah bikin.”    'EM Ê ŞAREDARIYEK EKOLOJÎK BIRÊVE BIBIN’    Demîr diyar kir ku bi qasî tê xwestin qada hêşînahiyê têra Êlihê nake û got: “Pirsgirêka me ya qada hêşînahî heye. Me di serdemên bihûrî de hin park û baxçeyan çêkir. Lê ev têrê nakin. Em ê xebata xwe ya qadên hêşînahiyê dewam bikin. Her wiha wê li derdora Çemê Êlihê xebatên me yên qadên masîre bên kirin. Em ê li gorî şaredariyek ekolojîk tevbigerin û projeyên ekolojîk bixin meriyetê.”    'EM Ê SEWALKARIYÊ LI PÊŞ BIXIN’    Demîr destnîşan kir ku li hin taxên Êlihê avahî li gorî jiyana mirovan ne guncav in û got: “Li van deran bêyî bibe qada rantê, em ê bi guhertinek ji nû ve bikin hedefa xwe. Em jiyanek erzantir û bi konfor ji bo standartên jiyana gel dixwazin ava bikin. Binêhirin mirov dikare bêje Koçerên li bajêr hatin derxistin. Hêj ên li bajêr koçeriyê yanî sewalkariyê dikin hene. Lê di şertên nebaş de koçeriyê dikin. Ev bajar cihek germ e. Ev jî dibe sedema bêhnê. Projeyên me yên ku sewalkarî li cihek ji navenda bajêr dûr ku sewalkarî bê kirin hene. Mesela em bêjin malbatek 30 sewalan xwedî dike em ê bi projeya xwe bikin ku 200 sewalan xwedî bike. Em ê bi vê pergalê bikin ku aboriya gel li pêş bikeve.”    ‘PROJEYA MEZIN BERSIVA 31’Ê ADARÊ YE’    Demîr da zanîn li gel van hemû projeyên wan jî di 31’ê Adarê de projeya herî mezin îmze bikin û got: “Zîhniyeta qeyûm wê êdî bi dawî bibe. Çimkî wê gelê me di sindoqan de bersiva pêwîst bide wan. Em vê sozê jî bidin; tevî hemû deynan jî em ê xizmetê ji gelê xwe re bikin.”    MA / Metîn Yoksu