Sedat Akin li malê çalakiyê didomîne: Divê gel deng bidin dengê me 2019-03-07 10:01:04 ÊLIH - Çalakgerê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger Sedat Akin, piştî hat berdan jî li malê çalakiya xwe berdewam dike. Akin, xwest gelê kurd û gelê tirk deng bidin dengê çalakiya wan û wiha got: “Ya me bi hêz û zindî bike çalakiya gelê me berxwedana gel e."  Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 120'emîn de didome. Guven piştî di 25'ê Çile de tahliye kirin, li malê çalakiya xwe berdewam dike û 120 rojin bi biryardarî û moralek mezin li ber xwe dide. Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 107 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 81 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 82 roj in didome. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.  Di 3'ê Adarê de jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. 5 endamên HDP'ê yên ketin grevê û hatin binçavkirin, niha 5 rojin di bin çavan de çalakiya xwe berdewam dikin. Parlamentera HDP'ê Dersim Dag jî li avahiya HDP'ê çalakiya xwe berdewam dike.    Sedat Akin jî li Girtîgehae tîpa T a Erzînganê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Akin piştî hat berdan, li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe berdewam dike. Çalakiya Sedat Akin di roja 51'emîn de berdewam dike. Akin, kesên ku ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan ketine grevê silav kir û wiha got: “Di çalakiyek wisa pîroz de cih girtin hêz û coşê dide me. Ji ber ku ez tev li çalakiya piroz ku Rêheval Leyla daye destpêkirin bûme, pir kêfxweş im. Ez bi coş û moral im. Dema ku mijar bû Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan em dê her dem serbilind rawestin."    'DIVÊ HER KES DENG BIDIN DENGÊ ME'    Akin, anî ziman ku Ocalan 20 salin di bin tecrîda giran de dijî û wiha got: “Em dixwazin berî hner tiştî Rêberê me bi parêzer û malbata xwe re hevdîtina bi rêk û pêk, pêk bîne. Ev ne tenê daxaza gelê kurd e. Hemû kesên ji xwe re dibêjin sosyalist, demokrat ya her kesî ye. Em hemû kesên sosyalîst, demokrat, parazvanên mafên mirovan û muxalif dawetî vê têkoşînê dikin. Em ji gelê xwe dixwazin ku deng bidin dengê me û çalakiyên xwe zêde bikin. Beyî ku li girtîgehan agahiyên şehadetê derkevin divê gelê me û gelê tirk di nava hewldanê de be."    ‘TENÊ HEVIYA ME BERXWEDAN E'    Akin, da zanîn ku gelê kurd û tirk dê bi têkoşîn û berxwedanê bigêjin azadiya xwe û wiha bi dawî kir: "Ev tecrîd di şexsê Birêz Ocalan de li ser gelê kurd û tirk tê meşandin. Em bi hevre dikarin vê tecride bişkînin. Dema ku em destê xwe bidin hev em dikarin vê tecrîdê bişkînin. Tenê heviya me berxwedan e. Em li ber xwe bidin emê bi ser bikevin. Em bang dikin ku li qadan piştgiriye bidin çalakiya grevê. Em bi hevî û bawer in emê bi ser bikevin. Yê ku me bi hêz, zindî û coş li ser piyan bikekinîne çalakiyên gelê me ye. Em gelê xwe dawetî çalakiyan dikin. Berxwedan jiyan e, Em dê bi ser bikevin."    MA / Ozgur Paksoy