Taksîvan: Kar ji sedî 50 daket 2019-03-07 09:34:26 STENBOL – Taksîvanên Stenbolê diyar kirin ku ji ber krîza aborî karê wan ji sedî 50 kêm bû. Taksîvan Coşkun Kar, anî ziman karê wan ji sedî 50 kêm bû û wiha got: "Qezençkirina pereyan êdî ketiye mîdeya şêr. Taksivan Abdulhalim Ekincî jî anî ziman ku mehek e qezenç nakin.    Krîza aborî li Tirkiye bandorê li ser hemû beşên civakê dike. Yek ji beşa civakê ya ketin bin bandora aborî jî taksîvan in. Taksîvanên li Stenbolê li dijî krîza aborî nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku piştî krîza aborî karê wan ji kedî 50 kêm bû. Taksîvanên li Navçeya Kartalê yên rawestgehekê bal kişandin ser pirsgirêka krîza aborî û bandora krîzê. Taksîvan Coşkun Kar ku 30 salin ajokariya taksiyê dike, anî ziman ku berê karê taksîvaniyê gelek baş bû û çavkaniya debarê bû û wiha got: "Berê me heqê keda xwe distend. Lê di salen dawi de em heqê keda xwe nastînin. Em rojê 12 saetan texsiyê dajon. Berê pîşeya taksîvaniyê gelek baş bû. Lê niha en qezenç nakin. Berê karê me pîşeyek bû. Çiqas zahmet bûya jî baş bû. Lê niha dewlet hurmetê nîşan nade. Niha pergala Uber'ê ava kirin. Ev pergal zerarek mezin da sektora taksîvaniyê. Gelek ajokar ji vê pergalê bêzar in. Nikarin heqê keda xwe bistînin."    Kar, anî ziman ku berê pere qezenç dikirin, lê niha êdî nikarin pere qezenç bikin û wiha got: "Ez li fabrîqeyekê kar bikim baştir e. Em bi pereyê qezenç dikin nikarin debara xwe bikin. 12 saetan em kar dikin, pere di bêrîka me de tune. Em dest vala diçin malê. Em nikarin heqê fatorê û bazarê bidin. Berê min 3 hezar tl distend. Lê niha Hezar û 500 distînim. Karê me ji sedî 50 kêm bû."    'GAZA BERÊ BI 80 TL NIHA BÛYE 120 TL'    Kar, destnişan kir ku wî 2 sal berê qaza texsiyê bi 80 tl dikirî, lê niha heman hazê bi 120 tl dikire. Kar, bilêv kir ku kaz û mazot buha bûye, lê kar û heqê kedê kêm bûye. Ez bang li parlamenteran ji dikim, bi stendina 23 hezar tl meaş  pirsgirêk çareser nabe. Ger ku bi rastî dixwazin pirsgirêkê çareser bikin divê li pirsgirêk û daxwazên ajokarên dolmîş, texsî û hemû esnafan guhdar bikin û li ber çavan bigirin. Êdî pariyê nan, ne di devê şêr de ye, êdî di mîdeya şêr de ye. Karê me ji sedî 50 kêm bû û qezenç pir zahmet e.    KRÎZA ABORÎ KRÎZÊN DIN LI XWE ZÊDE KIR   Ajokare texsiyê Vasfi Aslan jî anî ziman ku 8 salîn ajokariya texsiyê dike û wiha got: "Karê texsivaniyê li gorî berê pir xerab e. Piştî krîza aborî pêş ket, pirsgirêkên me zêdetir bûn. Krizê bandor li ser her kesî kiriye, li ser me jî dike. Em êdî nikarin fatoreyên av, ceyran û gaza xwezayê bidin. Niha rewşa me xerab e û sedema wê krîza aborî ye."    Taksîvan Abdulhalim Ekincî jî anî ziman ku tu ewlehiya wan a civakî tune ye û wiha got: "2 zarokên min hene û di xaniyê kirê de dijîm. Roj bi roj debar zahmet dibe. Her ku diçe zexîre û xwarin buha dibe. Heqê ku em distînin tera me nake. Mehek e em nikarin biçin bazarê. Rojê em 12 saetan kar dikin, lê em heqê keda xwe nastînin. Em gelek rojan kar nakin û vedigerin malê. Em nikarin nan bibin malê."    MA / Necla Demîr