Girtîgeh bi awayekî derûnî bi ser malbatên girtiyan diçin: Ji kurê xwe r ebêjin bila dev jê berde 2019-03-07 09:22:50   AMED - Derûnasê girtîgehê, li malbata nivîskar Îlhamî Çinar ku li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de ye, geriyaye û gotiye: "Ji kurê xwe re bêjin bila dev ji çalakiyê berde." Çinar jî, ji malbata xwe re got, name û rojnameyê andin wan.    Nivîskar Îlhamî Çinar, li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Şakranê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 5'ê Çileyê ve di greva birçîbûnê de ye. Çinar, hefteya borî der barê greva birçîbûnê de nameyek nivîsandibû xwestibû ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re bişîne, lê belê dareya girtîgehê dest danî ser nameya wî.    DERÛNAS LI MALBATA WÎ GERIYA    Birayê wî Ferhat çinar jî, anî ziman ku duh na pêr derûnasa girtîgehê ya bi navê Cemre lê geriyaye û gotiye: "Kekê te ji ber greva birçîbûnê, 7 kîlo dane. Tansiyona wî nebaş e û ber çavên wî reş dibin. Ger wisa dewam bike, wê wucûda wî txerîb bibe. Ew naxwaze em pê re biaxivin. Lê hûn dikarin jê re bêjin û wî qaneh bikin."    Çinar, bilêv kir ku duh wî bi telefonê bi birayê xwe re axiviye û gotiye niha rewşa wî baş e û heta niha 5 kîlo zihîf bûye. Çinar, bilêv kir ku kekê wî gotiye îdareya girtîgehê di ser malbatan re dixwazin lîstikekê çêbikin.    'WÊ ÇALAKIYA ME DEWAM BIKE'    Çinar got: "Kekê min got, di demên dawî de tu nameyan û rojnameyên nûçeyên greva birçîbûnê diweşînin nadin wan. Kekê min got, di ser bijîşkan re dixwazin lîstikekê bînin serê wan, lê belê çi dibe bila bibe wê çalakiya me dewam bike."