'Armanc, piştî 31'ê Adarê çêbûna zemîneke demokrasiyê ye' 2019-03-07 09:22:06 EDENE – Hevseroka HDP'a Edeneyê Gulseren Tûral, anî ziman ku ew û hêzên demokrasiyê hewl didin bi îtifaqa AKP-MHP'ê bidin windakirin. Tûral, bilêv kir ku ji bo piştî 31'ê Adarê zemîneke demokrasiyê çêbibe, têdikoşin.  HED, ji bo 31'ê Adarê, li gor stratejiya; li herêmê şaredariyên hatine xespkirin bi dest bixe û hejmara şaredariyên heyî zêdetir bike û li rojavayê Tirkiyeyê jî bi îtifaqa AKP-MHP'ê bide windakirin tev digere. Wê HDP, li Edeneyê jî li navçeyên sariçam, Pozanti û Kozanê bi namzetên xwe têkeve hilbijartinê û wê ji bo Şaredariya Mezin a Edeneyê jî piştgiriyê bide hêzên demokrasiyê. Hevserokên HDP'a Edeneyê Gulseren Tûral û Mehmet Mahsûn Erîg, xebatên hilbijartinê yên li Edeneyê nirxandin.    ‘EM LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê BI HEV RE TEV DIGERIN'    Hevseroka HDP'a Edeneyê Gulseren Tûral, anî ziman ku navenda giştî ya partiya wan stratejiyeke diyar kiriye û 4 meh berê li bajêr wan dest bi xebatêên vê stratejiyê kiriye. Tûral, anî ziman ku di vê pêvajoyê de wan bi hêzên demokrasî, sazî û rêxistinên li bajêr re hevdîtin pêk anîne. Tûral, bilêv kir ku di encama van hevdîtinan de wan li dijî Faşîzma AKP-MHP'ê, Yekîtiya Hêzên Demokrasiyê ya Edeneyê ava kiriye û dest bi xebatan kiriye.    ARAMANC AVAKIRINA BLOKA DEMOKRASIYÊ YE    Tûral, destnîşan kir ku ew ê bi namzetên hêzên demokrasiyê têkevin hilbijartinê û ew ê bi vî awayî bi faşîzma AKP-MHP'ê bidin windakirin. Tûral, anî ziman ku armanca wan ew e ku piştî 31'ê Adarê zemîneke demokrasiyê çêbibe. Tûral got: "Em piştgiriyê nadin tu partiyan. Em bi stratejiyeke nû û xurt tev digerin. Armanca me ew e ku em li bajarên kurdan şaredariyan ji qeyûman bistînin û li rojavayê Tirkiyeyê jî hêzên demokrasiyê bînin cem hevdu. Zemîna me, hatina cem hev a hêzên demokrasiyê ye." Tûral ji bo vê yekê jî bang li hemû kesî kir ku xwedî li vîna xwe û raya xwe derkevin.    'EM Ê JI BO AŞTIYÊ BITÊKOŞIN'    Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Mahsûn Erîg jî, anî ziman ku xebatên wan ên ji bo paşvebirina îtifaqa cumhûrê didomin. Erîg, destnîşan kir ku ew ê bi îtifaqa cumhûrê bidin windakirin û wê gel bi ser biekvin. Erîg, anî ziman ku armanca wan ew e ku pêkanînên kêfî, betalî ji holêr abe û aştî çêbibe û mirov bi awayekî azad tev bigerin. Erîg got: "Ji bo vê jî divê îtifaqa cumhûr biçe. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin."    MA / Hamdullah Kesen