‘Ji bo Tirkiyeyê şermeke mezin e' 2019-03-07 09:19:28   AMED - Akademîsyen Fatma Bostan Unsal, anî ziman ku ji bo pêkanîna qanûnan mirov bedena xwe didin ber birçîbûnê û ev ji bo vî welatî şermeke mezin e. Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Civakiyî Melda Onûr jî destnîşan kir ku divê îktîdar xwe li bêdengiyê daneyne.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin di roja 120'an de ye. Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Civakiyî Melda Onûr û akademîsyen Fatma Bostan Unsal, destnîşan kirin ku divê îktîdar demildest guh bide çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven.    Unsal, destnîşan kir ku ji ber Tirkiye hiqûqa xwe ya hundirîn pêk nayne Leyla Guven ketiye greva birçîbûnê û got: "Li Tirkiyeyê ji ber qanûna bingehîn pêk nayê mirov dikevin greva birçîbûnê. Ev ji bo welat şermeke mezin e."       ‘DIVÊ HIQÛQ PÊK BÊ'    Unsal, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê bi awayeke zêde maf tên binpêkirin û bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven. Unsal, bilêv kir ku Guven ji bo mafên qanûnî dest bi vê çalakiyê kiriye û got: "Ev grev ji bo mafên hiqûqî yên di qanûna me ya bingehînde cih digirin pêk bên hatiye destpêkirin. Yanî li Tirkiyeyê ji bo hiqûq pêk bê mirov bedena xwe didin ber mirinê. Ev ji bo welat şermeke mezin e. Divê tiştên di hiqûqa me ya hundurîn de hebin pêk bên."    Her wiha Unsal, anî ziman ku raya giştî der barê rewşa tenduristiyê ya çalakgerên grevên birçîbûnê yên li girtîgehê de ne xwedî agahî ye û divê saziyên civaka sivîl karibin biçin girtîgehê.    ‘DIVÊ ÎKTÎDAR XWE LI BÊDENGIYÊ DANEYNE'    Melda Onûr, anî ziman ku pêvajoyên aştiyê divê ne li gor xwestekên îktîdaran bên destpêkirin û qedandin. Onûr, bilêv kir ku ya Leyla Guven dixwaze ev e. Onûr, destnîşan kir ku divê îktîdar li ber grevên birçîbûnê xwe li bêdengiyêd dayneyne.    Onûr, destnîşan kir ku bi boneta çalakiyên 8'ê Adarê, li herêmê gelek civînan pêk tînin û her cara ew tên herêmê aştî tê nîqaşkirin. ONûr got: "Lê wexta em li Stenbolê jî civînên aştiyê pêk bînin, em ê karibin vî karî çareser bikin. Divê tenê bi vira re neyê sînordarkirin. Eger li tevahiya welat berbelav bibe. Wisa bibe hêvîdar im wê Leyla Guven jî dev ji çalakiya xwe berde. An jê tu hêviya me ji vê îktîdarê tune ye. Li vî welatî berê jî tiştekî bi vî rengî çêbibû, lê bi rêya muzakere û diyalogê çareser bibû. Helbet rewşa wê demê cuda bû. Pêvajoya aştiyê bû û rewşa wê çaxê ne ev qasî giran bû. Tirseke ev qas mezin li ser civakê tune bû. Niha civak xwe kişandiye quncik. Krîza aborî heye û mirov nizanin wê êvarî çi çêbikin."    MA / Esra Solin Dal