Berxwedana Leyla Guven di roja 120'emîn de ye 2019-03-07 08:22:14 AMED - Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja 120'emîn de ye. Çalakiya  girtiyên di greva birçîbûnê de jî di roja 82'an de didome.  Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 120'emîn de didome. Guven, dema di 8'ê Mijdara 2018'an de bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişîna li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bû ragihand ku heta tecrîd bi dawî nebe, ew ê dest ji çalakiya xwe bernede. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir, rayedarên dewletê di 12'ê Çile de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û hevdîtinek kurt pêk anîn. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25'ê Çile de Guven tahliye kirin. Guven li malê çalakiya xwe berdewam dike. Guven 120 rojin bi biryardarî û moralek mezin li ber xwe dide.    GIRTÎ 82 ROJIN DI GREVÊ DE NE   Çalakiya Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 107 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 81 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16'ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 82 roj in didome. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK'ê û PAJK'ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.    Di 3'ê Adarê de jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer bi heman armancê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê ketin greva bêdem û bêdorveger. Piştî 5 endamên HDP'ê ketin grevê û hatin binçavkirin, niha 5 rojin di bin çavan de çalakiya xwe berdewam dikin. Parlamentera HDP'ê Dersim Dag jî li avahiya HDP'ê çalakiya xwe berdewam dike.