QSD`ê jineke û 14 zarokên êzidî rizgar kir 2019-03-06 20:37:09   DÊRA ZOR - Şervanên QSD`ê jinek êzidî ya 38 salî Nadiya Berekat Qasim a ji malbata Hemê Şer ku hezar û 500 ermen ji komkujiyên Osmaniyan parastin û 14 zarok, rizgar kir.   Li gorî agahiyên Nûçegihanê  ANHA, şervanên QSD`ê jina êzidî ya 38 salî Nadiya Berekat Qasim a ji Şengalê ye û 14 zarok, di nava sivîl û malbatên çeteyan de ku ji Baxozê derdixin, rizgar kir. Nûçegihanê ANHA diyar kir ku şervanên QSD`ê di nava çend saetên pêş de dê Nadiya û 14 zarokan radestî Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bikin. Tê zanîn ku malbata Nadiya an ku malbata Hemê Şer, dema Osmaniyan komkujî li dijî ermenan di sedsala 19`an de pêk anî, nêzî hezar û 500 ermen parastin.