Turkdogan: Divê bi lez erka Erdogan a darazê bê sînorkirin 2019-03-06 15:15:59   ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, bal kişand ser plana çalakiyan a 100 rojan ku AKP’ê aşkere kir û wiha got: "Berî her tiştî pêdivî bi Makeqanûnek nû neye. Lê bi lezgîn divê rayeyên Erdogan ên bi darazê re divê bên sînorkirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Navenda Hafizayê - Komeleya Şopandina Ji bo Mafên Wekhef (ESHİD), Koleleya Welatiyan, Baroya Amedê, Yekîtiya Tabîbên Tirk, (TTB), Komeleya Înîsiyatifa Maf, Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Ceza (CÎSST), têkildarî rapora der barê plana çalakiya 100 rojan a bi sernavê “Amadekariya Palana Çalakiyeke Nû ya Mafên Mirovan" ku di 14'ê Sibata 2019'an ku li Enqereyê bi tevlêbûna Serokê Komeleya Mafên Mirovan pêk anîn û radestî Wezareta Dadê kirin civîna çapemeniyê pêk anî. Di civîna ku li Navenda ÎHD'ê pêk hat de Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Selma Gungor amade bûn. Turkdogan, di civînê de anî ziman ku berî her tiştî ji bo li gorî stantartên navneteweyî  pêk bê û vîna siyasî pêk bê, israra wan didome û wiha got: "Di vê mijarê de daxwazên em tînin ziman em şopdarên wan in. Em ê têkoşîn û qerîna xwe bişopînin. Em dê plana hikûmetê yaku amade kiriye bişopînin. Em de xet û rêgeza xwe ya parastina mafên mirovan wekî komele û rêxistinên sivîl yên ji bo parastina belgeyên mafên mirovan ên navneteweyî bişopînin û biparêzin.  Ji bo Tirkiye planek nû ya mafên mirovan amade bike, divê berî her tiştî Makeqanûnek nû ava bike. Dîsa divê erka biryarnameyan a Serokomar bê sînorkirin. Divê li gorî mafên mirovan hemû mafên kêmaran bê parastin û mîsogerkirin. Ji bo vê yekê avakirina Makeqanûnek nû mecbûrî ye. Heta Makeqanûnek nû bê avakirin divê bi lez erka Serokomar a der barê daraz û qanûnan de bê sînorkirin."    Turkdogan, herî dawî destnîşan kir ku ji bo Tirkiye demokratîk bibe divê pirsgirêkên mafên mirovan dakeve asta herî kêm û wiha bi dawî kir: "Divê pirsgirêk bi rêya aştî û diyalogê çareser bibe. Ji bo plana çalakiyên mafên mirovan têkeve meriyetê ropa herî krîtîk di destê darazê de ye. Ji ber vê yekê divê Wezareta Dadê xebatên xwe yên der barê stratejiya darazê de bi saziyên sivîl re parve bike. Dîsa divê li gorî pîvan û rêgezên DMME û Dadgeha Qanûna Bingehîn gavên pratîk bavêje. "    Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Selma Güngor jî anî ziman ku zanist nayê afirandin û wiha got: "Rê li pêş fikirandinê digirin. Ev bandorek neyînî li pêşerojê dike. Ji ber vê yekê divê rapora me li ber çavan bigirin. Em dê şopdarê vê pêvajoyê bin. Em her kesî dawet dikin ku şopdarê vê pêvajoyê bin."