Komîsyona Jinan a TGS'ê: Em bi hev re bi hêz in 2019-03-06 13:56:16 STENBOL - Endama Komîsyona Jinan û Komîsyona LGBTÎ+ ya TGS'ê Gulfem Karataş diyar kir ku jinên rojnameger bi cudakariyê ji pîşeyê tên dûrkirin û got: "Jinên rojnameger rêbaza xwe li pêş dixin û dîtina rêya çareseriyê didomînin. Em bi hev re xurt bibin em hene."  Komîsayona Jinan û Komîsyona LGBTÎ+ yên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) rapora têkildarî pirsgirêkên rojnamegerên jin dikişînin bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li avahiya TGS'ê ya li Semta Çagalogluya Stenbolê bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Endamên sendîkayê beşdarî civînê bûn û li ser navê komîsyonê Gulfem Karataş daxuyanî xwend.    'JINAN TECRÛBEYÊN XWE VEGOTIN'   Karataş der barê daneyên li ser rojnamegeran ên Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUÎK) yên 2017'an de agahî dan û got: "Di beşa weşanê de 25 hezar û 115 mêr, 16 hezar û 40 jin hene. di beşa çapê û belavkariyê de 5 hezar û 46 mêr û 948 jin dixebitin. Me ferq kir ku rojnamegerên jin bi rêbazên cuda yên şidetê û cudakariyê ji kar tên dûrkirin. Em bi pirsa 'Jinên rojnameger di sektor û jiyana xwe ya taybet de tişta tê serê wan çawa bandorê li ser pîşeya wan dike? derketin rê û me civînan li dar xist. 27 jinên tev li civînê bûn û tecrûbeyên xwe vegotin."    Karataş encamên tecrûbeyên jinan par ve kir û got rojnamegerên jin bi şideta fizîkî re rû bi rû dimînin. Karataş tiştên jinên rojnameger dijîn û pêşniyarên çareseriyê jî par ve kir.   ‘EM BI HEV RE BI HÊZ IN'    Karataş 8'ê Adara hemû jinan pîroz kir û got: “Jinên rojnameger rêbaza xwe li pêş dixin û dîtina rêya çareseriyê didomînin. Em bi hev re xurt bibin em hene. Ji bo vê yekê em hemû jinên rojnameger vedixwînin Komîsyona Jinan a TGS'ê û LGBTÎ+."