Malbatên girtiyan: Gardiyanên 'Robokop' girtî derb kirin 2019-03-06 13:11:03   XERPÊT - Malbatên girtiyên li Girtîgeha Xerpêtê diyar kirin ku gardiyanên bi "Robokop" girtiyên di greva birçîbûnê de derp kirine. Rayedarên girtîgehê jî parastin ku dema diçin cem "Girtiyên talûke" ji bo xwe biparêzin, neçar in van cilan li xwe bikin.    Zext û tundiya li Girtîgehên Hêjmar 1 û 2 yên Ewlehiya Bilind ên Xerpêtê didome. Girtiyên rastî binpêkirina mafan hatin bi rêya malbatên xwe agahî parve kirin. Girtiyên bi rêya malbatan agahî dan, destnîşan kirin ku rastî derbkirina gardiyanan hatine. Girtiyan anîn ziman ku rojnameyên muxalif nadin wan û pirtukên li odeyên wan bi hinceta "biryara komkirinê heye" kom dikin. Girtiyan dan zanîn ku televizyona Fox TV jî ji ser wan qut kirine.  Girtiyan, anîn ziman ku piştî bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevesroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin di 16'ê Kanûna 2018'an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine, zextên li ser girtiyên di çayakiyê de zêde bûye. Girtiyan, anîn ziman ku girtiyên ketine grevê avêtine hucreyan û bi rêk û pêk rastî îşkenceyê tên.    GARDIYANÊN BI 'ROBOKOP' GIRTÎ DERP KIRINE   Girtiyan, bi rêya malbatan anîn ziman ku Gardiyanên bi cilên "Robokop" girtiyên di çalakiyê de Mazlum Denîz û Zulfu Donmez  derb kirine û li ser laşê wan şopa lêdanê maye. Girtiyan, destnîşan kirin  ku girtiyên rastî lêdanê hatine rapora doktor jî girtine. Girtiyan, bibîr xistin ku 8 girtiyên Girtîgeha Tîpa E ya Xerpêtê sewqî girtîgehên cuda kirine.    TELEVÎZYONA FOX TV REŞ KIRINE    Girtiyan, dan zanîn ku televîzyona Fox TV li ser wan reşx kirine û dema bi rayedaran re axivîne îdîa kirine ku ji ber arize heye nikarin weşana Fox TV bikin. Rayedaran îdîa kirine ku ji ber arizeyê nikarin 5-6 kanalên tv bidin. Girtiyan bilêv kirin ku her roj rojname û kanalên tv kontrol dikin û rojnameyên nayên hesabê wan wê rojê nadin wan. Girtiyan bibîr xistin ku Gardiyanên bi cilên "Robokop" dikevin odeyên wan û bi îdîaya "Hikûmdarên talûke" li xwe dikin.