Ji Fransayê çû ewil tev li El Nusra bû û pişt re jî tev li DAIŞ'ê bû 2019-03-06 12:25:25 DÊRA ZOR – Welatiyê Fransî Ziyad Sivîd ê endamê DAIŞ'ê di operasyona li Dêrazorê de teslîmî QSD'ê bû got ew di Hatayê de derbasî Idlibê nav El Nusrayê bûye û pişt re jî beşdarî DAIŞ'ê bûye. Sivîd got hêj welatiyên Fransayê yên di pozîsyona "emir" de ne di nava DAIŞ'ê de hene.    Operasyona qonaxa dawî ya li Dêrazorê ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve li dijî pêk tê didome. QSD'ê di vê operasyona ku dawî li DAIŞ'iyan tîne heta niha 6 hezar DAIŞ'î neçar man teslîmî QSD'ê bibin. DAIŞ'iyên teslîmî QSD'ê dibin derdixin cihên bi ewlehî. Hêj kom bi kom DAIŞ'î tên teslîm dibin.    GELEK DAIŞ'Î JI EWRÛPA NE    Nijad û vegotina van DAIŞ'iyan bala hemû dinyayê dikişîne ser xwe. Di teslîmbûna DAIŞ'iyan de derket holê ku gelek ji wan ji welatê Ewrûpayê hatine tev li DAIŞ'ê bûne. Gelek ji van DAIŞ'iyan jî bi eslê xwe ji Fransayê ne.    Yek ji van welatiyên Fransayê ku endamên DAIŞ'ê ne teslîmî QSD'ê bû Ziyad Sivîd ê 25 salî ye. Dayik û bavê Sivîd ji Tunusê ne. Sivîd mehek û nîv berê di pevçûnê li dijî QSD'ê de birîndar bû û pişt re jî teslîm bû.    'DI SER HATAYÊ DE DERBAS BÛM'   Vegotinên Sivîd pirr balkêş in û behsa tev li bûna xwe ya DAIŞ'ê kir. Sivîd da zanîn ku ew bi ser Hatayê derbasî Idlibê nav El Nusrayê bûye û got: "Ez beriya 5 salan hatin Hatayê. Ji bo tev li El Nusrayê bibim derbasî Idlibê bûm. Bêyî tu sedem hebe pişt re ez derbasî DAIŞ'ê bûm. Ev bû 5 sal in ez di nava DAIŞ'ê de me."    'GELEK FRANSAYÎ HENE'    Sivîd di nava DAIŞ'ê de navê "Ebû Zehra" li xwe kir û xwe fêrî zimanê erebî bû. Sivîd destnîşan kir ku ew li bajarên mîna Reqa, Heleb, Meyadîn û Dêrazorê maye û got: "Min di pevçûnên van deran de cih girt. Kesên ji Fransayê nedianîn gel hev. Me di nava Koma Muhaciran (Yên ne ji Sûriyeyê ne) de digirt. Têkiliya me bi yên din re cuda bû. Li Baxozê di navbera 500 û hezar DAIŞ'î de niha mane. Hêj kesên ji Fransayê di nava DAIŞ'ê de hene. Gelek ji van kesan 'emir'in. Ez teslîmî QSD'ê bûm û dixwazim vegerim Fransayê."    MA / Nazim Daştan