Gunay: Bi tecrîdê pêşeroja Tirkiye reş dikin 2019-03-06 12:09:26 MÊRDÎN – Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, li gel malbatên girtiyan li ber girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê daxuyanî da. Gunay, diyar kir ku tecrîd pêşeroja tevahiya Tirkiye tarî dike û wiha got: "Em bang li hikûmetê dikin ku êdî gavan bavêjin."  Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê li gel malbatên girtiyan li ber girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê kom bûn û piştgirî dan girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevê. Rêveberên HDP'ê û malbatên girtiyan yên li ber Girtîgehê kom bûn, daxuyanî dan. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay  û rêveberên HDP'ê jî tev li çalakiyê bûn. Beriya ku HDP  û malbat daxuyaniyê bidin, polîsan dora komê dorpêç kir û destûr nedan ku daxuyaniyê bidin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, diyar kir ku Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven 119 rojin di greva birçîbunê de ye û wiha got: "Li girtîgehan girtî 81 rojin di greva birçîbûnê de ne. Ji bo em balê bikişînin ser daxwazên greva birçîbûnê em li ber deriyê Girtîgehê kom bûne. Ez li vir carek din bang li hemû cemaweriya Tirkiye û rayedaran dikim. Her kêlî û deqîqeya hûn daxwazên hevalên me nabihîzin, welat gavek din ber bi tariyê ve diçe. Em ji aştî, aramî û demokratîkbûna Tirkiye winda dikin. Em her kêlî dikevin nava tariyê. Em nexwazin vê yekê bêjin jî em bi vê rastiyê re rû bi rû ne. Em naxwazin têla porê hevalên me jî zerar bibînin.    'HIKÛMET SÛC DIKIN'    Gunay, anî ziman ku kesên li girtîgehê girtî di bin berpirsiyariya dewletê de ye û dewlet ji jiyana wan berpirsiyar e û wiha got: "Hikûmet û dewlet mafê girtiyan ê jiyanê binpê dike. Daxwaza girtiyan li ber çavan nagire. Em vê helwesta dewletê qebûl nakin. Divê demek berî demekê tecrîd rabe. Tecrîda li Îmraliyê pêşeroja Tirkiye tarî dike. Tecrîd êdî bûye şiklê rêveberiya Tirkiye. Ger ku hikûmet daxwazên girtiyan pêk nîne sûc dike. Daxwazên girtiyan zagonî ne. Em dibêjin em nabin şirîke vî sûcî."    PIŞTÎ ÇALAKIYÊ POLÎSAN 3 KES BINÇAV KIRIN   Pişti daxuyaniyê komê dirûşmeya “Biji berxwedana zindanan” berz kirin. Piştî vê yekê polîsan 3 kes binçav kirin. Malbaten ji Dilokê hatin Mêrdînê Birhat Yalçin, Fikriye Yalçin û Ruken Ayav li gel hemû hewldanên malbatê ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin. 3 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdîne."