Binpêkirinên mafên girtiyên sewqî Mereşê hatin kirin, didomin 2019-03-06 09:50:01 EDENE -16 girtiyên ji Tarsûsê sewqî Girtîgeha  Tîpa L a Hejmara 2 a Turkoglu ya Mereşê hatin kirin, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirin, mehek cezayê danûstandinê li wan hat birîn. 16 girtiyên di 13’ê Sibatê de, ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûsê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 2 a Turkoglû ya Mereşê hatin kirin, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirin, hatibûn derpkirin. 16 girtiyan bi rêya parêzeran, diyar kirin ku binpêkirinên mafan ên li ser wan bedewam dikin. Girtiyan dan zanîn ku ji ber lêgerîna tazî qebûl kirin, mehek cezayê danûstandinê li wan hatiye birîn û amûrên wan ên weke televizyon, mase-kûrsî û betanî hîna jî nedane wan.    HEJMARA LI SER PIYAN FERZ DIKIN    Parêzerên ku Vahdettîn Çoban û Huseyîn Erpolat ên girtî re di 4’ê Adarê de hevdîtin kirin, diyar kirin ku binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan dewam dikin û ewê derbarê berpirsande serlêdana sûc bikin.   Huseyîn Erpolat bi navbeynkariya parêzeran pirsgirêkên dijîn ragihandin û wiha got. “Ji ber ku em hejmara li ser piyan red dikin, tim tên derpkirin. Gardiyan dikevin milê me û bi zarokê me radikin ser piyan. Di 26’ê Sibatê de, ji ber ku em li dijî hejmara li ser piyan derketin, ez, Vahdettîn Çoban û Zekî Yildirim kirin odeyê. Hîna jî me li odeya sê kesî de digirin. Amûrên me yên takekesî nadin me. Ev hefteyeke heman kinc li ser me ne. Ji berk u mase û kursî nedan me, em li erdê xwarinê dixwin. Dîsan hevalên me Şiyar Sav, Azat Taş, Fehîm Îşbîlîr û Mehmet Alî Alan kirine odeyên yek kesî. Ji ber ku me di dema lêgerîna tazî de dirûşme berz kirin, derbarê me de lêpirsîna dîsîplînê vekirin. Mehek cezayê danûstandinê û  hevdîtinê dan me.”    RASTÎ ÎŞKENCÊ HATIN    Vahdettîn Çoban jî, destnîşan kir ku roja hatin sîrgûn kirin, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirin, îşkence li wan hat  kirin û got: “Cendirme û gardiyenan îşkence li me kirin. Tim li serê me xistin. Dinav 2 hefteyan de tenê 2 saetan em derxistin hewadarkirin. Li gel ku ji min re gotin tu yê rojekê di hucreya sê kesî de bimînî jî, lê ev hefteyek min di vê hucreyê de digirin. Ji roja ku em hatine vê girtîgehê û heya niha em rastî van pirsgirêka tên.”    MA / Hamdullah Kesen