‘Em ê li Mûglayê faşîzma AKP-MHP'ê birûxînin' 2019-03-06 09:18:30 MÛGLA – Wê HDP, li rovajayê Tirkiyeyê piştgiriyê bide hêzên demokrasiyê. Mûglaliyan, diyar kirin ku ev nêzîkatiya HDP'ê nêzîkatiyeke rast e û got: "Em ê di 1'ê Nîsanê de em ê di nav azadî û demokrasiyê de hişyar bibin. Wê AKP û MHP, birûxe."  Ji bo hilbijartina 31'ê Adarê, HDP  hewl dide li herêmê şaredariyên di dest qeyûman de bistîne û hejmara şaredariyên heyî zêde bike. Li rojavayê Tirkiyeyê jî bi stratejiya ku tifaqa AKP-MHP'ê winda bike tev digere. HDP, li Mûgla û navçeyên wê namzetên xwe paş ve kişand û di ser namzetên endamên meclîsa şaredariyê re xebatên xwe didomîne.    Adîl Çavaş, anî ziman ku stratejiya HDP'ê ya dê li rojavayê Tirkiyeyê destekê bide hêzên demokrasiyê, stratejiyeke rast e û wê ev stratejî tifaqa AKP-MHP'ê paşvetir bibe. Çavaş, destnîşan kir ku ew ê li bajarên kurdan qeyûman biqewirînin. Her wiha Çavaş, ew çalakiya Leyla Guvenê û girtiyan ji gel re vedibêjin û got: "Em ji gel re dibêjin tecrîd sûc e. Em mal bi mal, tax bi tax digerin û dibêje çawa çdibe ku dewlet mafên gel xesp dike. Em ji gel re behsa stratejiya HDP'ê, krîza aborî û talankirina xwezatê dikin. A rast gelê Tirkiyeyê hay ji rewşa welat heye. Hêviya me jî heye. Bila kes nebêje ez ê raya xwe nedim. Dengek tenê jî wê faşîzmê bi paş ve bibe. Di hilbijartina herêmî de tu şansekî AKP-MHP'ê nemaye."    'WÊ AKP BIRÛXE'    Ebrû Demîr, jî anî ziman ku li Herêma Egeyê tu şansekî AKP-MHP'ê tune ye. Demîr, bilêv kir ku AKP-MHP, bi zext û zoriyan bi ser HDP'ê de diçe û got: "Gefan dixwin. Lê ez HDP'î me û ez ê li ber van gefan serî netewînim. Erdogan dibêje 'em ê dîsa qeyûman tayîn bikin.' Lê em ê nehêlin ku qeyûman tayîn bikin. Ji ber ku îktîdar fam kiriye wê winda bike, dixwaze HDP'ê bitirsîne. Bi sedan sal e gelê me li ber xwe dide. Em ê di 1'ê Nîsanê de di nav azadî û demokrasiyê de şiyar bibin. Em ê di 1'ê Nîsanê de bibînin ku AKP û MHP'ê rûxiyane."    'TEKANE PARTIYA MUXALIF'    Gulten Madenlî jî, anî ziman ku hilbijartina herêmî di asasê xwe de ji bo demokrasiyê ceribandinek e. Madenlî, diyar kir ku îktîdar heyî ne ehlê edalet, hiqûq û demokrasiyê ye. Madenlî, bilêv kir ku HDP di çarçoveya xebatên hilbijartinê de projeyên xwe bilêv dike û partiyeke jina ye. Madenlî got: "Niha tekane partiya muxalif e. A rast ji bo me tişta girîng piştî 31'ê Adarê ye. Wê di 1'ê Nîsanê de demokrasî bi ser bikeve. Ji bo em bêhnê bistînin û rihet bijîn û ji mirov nemirin divê ev îktîdar biçe. Eger em xwedî li sindoqên xwe derkevin û bitêkoşin em ê bi ser bikevin."    'EM Ê BI RUHÊ 8'Ê ADARÊ Û 21'Ê ADARÊ BIÇIN SER SINDOQAN'    Yuksel Yildiz jî, destnîşan kir ku ew ê bi ruhê 8'ê Adarê û 21'ê Adarê biçin ser sindoqan û got: "Ev ruhê berxwedêr ji bo me hemûyan avantajek e." Yildiz, anî ziman ku divê yeko yeko ji kesên raya xwe didin AKP û MHP'ê re bê gotin ku ji bo çi divê dengê xwe nedin AKP û MHP'ê. Yildiz got: "Em ê perdeya li ber çavê wan daxînin û wê bi vî awayî îktîdara AKP'ê bi paş ve biçe. Ji ber em li ber xwe didin em li ber zext û zoriyan serî natewînin."    MA / Rûken Demir