ROJEVA 6'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-06 09:00:27 * Rêveberê Şaxa ÎHD'a Wanê servet Ertak, bêdengiya hikûmetê ya ji bo grevên birçîbûnê rexne kir û got: "Dewlet xwe li bêdengiyê deyne jî, divê mirov bêdeng nemînin. Çimkî, bêdengî mirin e."  * Gelên Tirkiyeyê, destnîşan kirin ku çalakiya Leyla Guvenê, rêyeke ronî li ber gelên Tirkiyeyê dixe û daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de daxwaza wan e jî.    * Wê di 8'ê adarê de bi dirûşmeya "Ev serhildaneke feminîst e" Meşa Şevê ya Femînîst a 17'an bê lidarxistin. Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Çîlem Kuçukkkeleş, ji meşê bang li jinan kir û got: "Çawa ku Leyla Guven bû Xizira vî welatî, em jî hemû jinan vedixwînin ku di 8'ê Adarê de bibin Xizir."    * Li Gazîemîrê, bi salan e pirsgirêka bermayîyên fabrîkaya zirincê nayê çarserkirin. Ekolojîst Ertûgrûl Barka got: "Fabrîkaya zirincê dibe sedema radyasyonê. 3 sal in ji bo berterefkirinê tu tişt nehatiye kirin."    * Mîhrîcana Fîlmên Jina ya Fîlmmor a 17'an, di 7'ê Adarê de li Stenbolê dest pê dike. Avakara Kooperatîfa Jinê ya Fîlmmor Melek Ozman got: "Em dixwazin bi mîhrîcanê xwe bigihînin hemû jinên jiyana wan tê tecrîdkirin."    * Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Stenbolê, îro dest pê dike. Yek ji fîlmên dê di mîhrîcanê de bê pêşandan û tê meraqkirin jî fîlmê "Rojek ji Rêzê" ye ku behsa jiyana rojane ya du jinên kurd ên li metrepolê dike.    * Wê HDP, li rovajayê Tirkiyeyê piştgiriyê bide hêzên demokrasiyê. Mûglaliyan, diyar kirin ku ev nêzîkatiya HDP'ê nêzîkatiyeke rast e û got: "Em ê di 1'ê Nîsanê de em ê di nav azadî û demokrasiyê de hişyar bibin. Wê AKP û MHP, birûxe."    * Sekretera Jin a KESK'ê Gulîstan Atasoy, diyar kir ku li dijî êrîşên li hemberî jinan, dirûşmeya wan a 8'ê Adar îsal 'têkoşîna hevpar' e. Atasoy, destnîşan kir ku divê hemûn bi vê armancê bibin dengê Leyla Guvenê.   * Li Dîlokê, xwediyên fabrîkayên tekstîlê fabrîkayên xwe difiroşin. Nûnerê Herêma Dîlokê yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê Nîhat Bencan, pîşesaz ji dêvla mewdûatê pereyê xwe ji bo faîzê radizîne.    * Davût Onder ku li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê 71 roj in di greva birçîbûnê de ye got: "Divê gelê me çalakiyên ku derfeta me ji bo wan têr nake, bi cih bîne."   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dê li navçeyên Tetwan, Norşîn û Navenda Bedlîsê tura xwe ya hilbijartinê dewam bike û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî dê li Navçeya Erdîş û Navenda Wanê tura xwe ya hilbijartinê birêve bibe. (11.00 -16.00)    * Navenda Giştî ya Egîtîm Senê dê sempozyuma "Mafê Sendîkayî û Azadiyê ya Navneteweyî" li otelek Enqereyê li dar bixe. (10.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê namzetên hevşaredariyên navçeyan da nîşandan li Navenda Çanda Nazim Hîkmet a Şîşlî bi şahiyekê bide nasîn. (11.00)   * Meclîsa Jinên HDP'ê ya Qoserê dê li Taxa Berçemê buroya hilbijartinê veke. (13.00)   * Jinên TGS'ê û Komîsyona LGBTÎ+ têkildarî rojnamegerên jin ku tengezariyan dikişînin raporek amade kirin dê li avahiya TGS'ê ya li Çağalogluyê eşkere bikin. (12.00)    * Dê rêxistin û saziyên jinan li gelek bajaran di çarçoveya pîrozbahiyên 8'ê Adarê de çalakiyan li dar bixin. (12.00-19.00)    * Namzetên HDP'ê yên hevşaredariyên bajar û navçeyan dê li gelek navendan xebatên hilbijartina xwecihî bidomînin. (12.00-19.00)   * Mihrîcana Fîlmên Kurd a Stenbolê ku ji aliyê Sînemaya Mezopotamyayê ve di navbera 6-10'ê adarê de tê li dar xistin dê li Salona Sînemaya Mezopotamyayê ya li Beyogluyê dest pê bike. (19.30)