Du hezar DAIŞ‘î teslîmî QSD'ê bûn 2019-03-05 19:50:36 DÊRA ZOR - Îro di nava rojê de li gundê Baxozê nêzî du hezar çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî QSD‘ê kirin.  Li gorî agahiyên Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji gundê Baxozê parve kir, îro di nava rojê de nêzî 2 hezar çeteyên DAIŞ‘ê xwe radestî QSD‘ê kirin. QSD'ê piştî piştî DAIŞ'î teslîm girtin, bi rêya 10 kamyonên mazin ji gund  derxistin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ji duh ve operasyonên leşkerî li eniya bakurê gundê Baxozê rawestandiye û derxistina sivîl, çete û malbatên wan didomînin. Vê sibehê jî bi hezaran sivîl û malbatên çeteyên DAIŞ‘ê ji gundê Baxozê hatin derxistin.