Ji bo Leyla Guven kampanya 2019-03-05 19:30:07 AMED - Jinên ku kampanya îmzeyan dane destpêkirin, bi dirûşmeya "Em deng didin Leylayê Em jiyanê diparêzin" kampanya heyşteka #EmBibinDengêLeyla dan destpêkirin.  Jinên ku kampanya îmzeyan dabûn destpêkirin ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 118 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, bi dirûşmeya "Em deng didin Leylayê Em jiyanê diparêzin" kampanya heyşteka #EmBibinDengêLeyla dan destpêkirin.  Jinan diyar kir ku ev jinên navê wan di lîsteya îmzeyan de jiyanê diarêzin û bi Leyla re di nava şêwirmendiyê de ne. Jinan anîn ziman ku ji ber vê yekê dibêjin bila tecrîd rabe, Leyla bijî. Bila rêya aştiyê vebe bila mirov bijîn.