Li Girtîgeha Manîsa ji bo 4 girtiyan cezayê hucrê hat dayîn 2019-03-05 15:43:09   MANÎSA - Girtî Şemsettîn Erdem ê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, diyar kir ku ji ber li dijî hejmara li ser piyan derketin, cezayê hucreyê, ragihandin û hevdîtinê ji bo wan hat dayîn.    Şemsettîn Erdem ê li qawîşa A-17 a Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê dimîne, nameyek ji Şaxa Komeleya  Mafê Mirovan (ÎHD) ê ya Îzmîrê re şand û derbarê binpêkirinê ew û hevalên xwe rastî tên, vegot. Erdem di nameya şand de, diyar kir ku ew, girtiyê nexweşîna felce ya zarok (polîo sekeli) Ozgur Bektaşoglu yê 43 salî, Mehmet Tekîn ê ûr di serê wî de heyî û Ozgur Çelîk di heman qawîşê de dimînin.   Erdem, di nameya ji Şaxa ÎHD’ê re şand de ev agahî parve kirin: “Di 6’ê Mijdara 2018’am de em li dijî hejmara li ser piyan derket. Li ser vê yekê gardiyenan em derp kirin. Me jî xwest destpêkê serî li Şaxa ÎHD’ê bidin. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê bi hinceta ‘Dirûşme berzkirin’ û ‘li dijî hejmara li ser piyan derketin’ derberê min de 3 caran her yek ji bo 10 rojan cezayê hucreyê birî û 3 meh cezayê hevdîtinê daye min. Ji bo hevalên min Mehmet Tekîn û Ozgur Çelîk jî, ji heman dosyeyê, du caran 3 meh cezayê ragihandin û 6 meh jî cezayê hevdîtinê hatiye birîn. Rayedarên girtîgehê dest bi înfaza van cezayan kiriye. Herî dawî ji bo hevalê me Ozgur Bektaşoglu yê dirûşme berz kir jî, cezayê ragihandinê hat birîn. Bêyî ku agahiya van cezayan bidin me, dest bi înfaza wê kirin.”   ‘EM DAXWAZA ALÎKARIYA HIQÛQÎ DIKIN’   Erdem, da zanîn ku hevalên wan di 12’ê Sibatê de dema çûn hevdîtina telefonê, bêyî ku hevdîtinê bikin dîsan vegeriyan qawîşê û wiha got: “Ji ber vê nekarin agahiya ceza girtinê bidin malbatên xwe. Rayedarên girtîgehê dibin navê hejmar nedayînê de, cezayên nû li me dibarîne. Tenê ji bo min bi giştî 11 meh cezayê dîsîplînê û 8 caran jî her yekê ji bo 10 rojan cezayê hucreyê hatine birîn. Niha ez 69 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deme. Bi darê zorê me radikin hejmara li ser piyan û bi vî awayî îşkencê li me dikin. Hemû hevalên min ên din jî rastî heman cezayan hatine. Ji ber vê ez daxwaza alîkariya hiqûqî ji we dikim. Em dixwazin derbarê cezayê me yê hatiye erêkirin de, serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin. Em bang li hemû sazî û dezgehên berpirsiyar dikin ku guh bidin vê banga me û desteka xwe diyar bikin.”