Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê: Divê her kes li dijî tecrîdê xwedî gotinek be 2019-03-05 13:33:13   SEMSÛR - Bertek û nerazîbûnên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê Mehmet Selim Ozbek, bertekên xwe yên li dijî tecrîdê anî ziman û wiha got: "Hemû kesên dibêjin ez mirov im, divê li dijî terîdê gotinek wan hebe."    Tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecridê jî hem li girtîgehan û hem jî li derve didome. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Semsûrê jî bi armanca tecrîdê şermezar bike û piştgiriyê bide çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 118 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di tecrîdê de ye, li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî tev li civînê bûn. Di civînê de Hevserokê HDP'ê yê Semsûrê Mehmet Selim Ozbek, bertekên xwe yên li dijî tecrîdê anî ziman û wiha got: "Hemû kesên dibêjin ez mirov im, divê li dijî terîdê gotinek wan hebe. Li gel Guven  li girtîgehan jî bi sedan girtî li dijî tecrîdê di grevê de ne. Dîsa li gelek navendên cîhanê bi heman daxwazê di grevê de ne. Hevala me Leyla ji bo Tirkiye li gorî zagonên xwe tev bigere û zagonên xwe îhlal neke bedena xwe dihilîne. Heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêkên Tirkiye jî çareser nabin. Bi ketilkirnia kurdan û redkirina vîna siyasî ev pirsgirêk çareser nabe. Yên ketine grevê dixwazin Tirkiye li gorî zagonên xwe tev bigere. Divê hemû kesên dibêjin ez mirov im gotinek wan li dijî tecrîdê hebe. Daxwaza Leyla Guven û hevalên wê daxwazên me ne."