Ger malbat serledan nekin dê 233 cenazeyan li gorên bêkesan defin bikin 2019-03-05 11:27:01 BÊDLIS – 233 cenazeyên ku ji Goristana Xerzan a Bedlisê derxistin û ji bo testa DNA li Saziya Tipa Edlî bikin birin Stenbolê, hêj li Saziya Tipa Edlî tên rawestandin. Ger ku malbat serledan nekin dê li goristanên bêkesan defin bikin.  Ji 267 cenazeyan ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a bi ser Bedlîsê ve ku bi hinceta “Testa DNA”yê di 19’ê kanûna 2017’an de hatibûn derxistin aqûbeta 265 cenazeyan nayê zanîn.  Cenaze hêj li ATK’ê tên rawestandin. Di ser derxistina hestiyên cenazeyan re 443 roj derbas bûn. Lê heta niha tenê hestiyê cenazeyên 2 malbatan dane wan. Hêj cenazeyên 265 kesan li saziya ATK’ê tên rawestandin.   MALBATAN 32 SERLÊDAN KIR   Ji bo cenazeyên zarokên xwe bigirin heta niha 32 malbatan serî li serdozgeriyê dan. 233 cenaze jî hêj li benda serledanê ne. Nûnertiya ÎHD'ê ya Tetwanê bang li malbatan kir û xwest malbat ji bo hestiyên zarokên xwe serî li Saziya Tipa Edlî bidin. ÎHD'ê anî ziman ku ger serlêdan neyê kirin dê hestiyê 233 cenazeyan li goristana bêkesan defin bikin.    Bavê Abdulhamit Doner ê hestiyên wî ji goristana Xerzanê derxistin, Şebap Doner diyar kir ku ji bo hestiyê cenazeyê kurê xwe bistîne 3 meh berê serî li ATK’ê daye û wiha got: "Min 3 meh berê serî li ATK'e da, lê hêj tu bersîv nedaye min. Nedayîna cenazeyan ne li gorî wîcdan û ahlak e. Di wîcdanê mirovahiyê de cihê wî tune. 3 mehin radiwestim. Em nizanin hêj heta kengî emê rawestin. Malbatên ku heta niha serlêdan nekiriye bang li wan dikim ku biçin serledan bikin. Hemû malbatên ku cenazeyên zaroken wan ji goristanê derxistine divê biçin serlêdan bikin.    Eskeran bi fermana serdozgeriyê di 19'ê Kanûna 2017'an de li Goristana Xerzanê hestiyê cenazeyên 267 kesan bi şev derxistibûn û bi dizî biribûn Stenbolê. Hestî li Saziya Tipa Edlî (ATK) tên rawestandin.