Rojnamegerê girtî Yilmaz: Tundî, tacîz û tehrîk bi dawî nabin 2019-03-05 10:37:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Îdrîs Yilmaz ê ji salekê zêdetire girtiye, derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xerpêtê tên jiyîn de nameyek nivîsand. Yilmaz, di nameya şand de, ev agehî dan: “Mafên me yên sohbete, agahî girtinê, qûrs, nameyên Kurdî û pirtûkan tên astengkirin. Ligel vê tundî, tacîzên bi devkî û tehrîk bi dawî nabin. Herî dawî jî du girtî hatin derpkirin.” Rojnameger Îdrîs Yilmaz ê ji salekê zêdetire girtiye, derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xerpêtê tên jiyîn de nameyek nivîsand. Yilmaza di nameya şand de agahiyên girîng da û got: “Li girtîgehê, li dijî girtiyên siyasî her roj zext zêde dibin. Mafên me yên sohbete, agahî girtinê, qûrs, nameyên Kurdî û pirtûkan tên astengkirin. Ligel vê tundî, tacîzên bi devkî û tehrîk bi dawî nabin. Ligel vê tundiya fîzîkî, gotinên tacîzê yên hin gardiyenan û tehrîk kirin bi dawî nabin.”   ‘DU GIRTÎ DERP KIRIN’   Yilmaz, diyar kir ku herî dawî du hevalên wan ên derketibûn sporê hatin derp kirin û wiha domand: “Di 25’ê Sibatê de du hevalên me Lutfu Sonmez û Mazlûm Denîz ên derketibûn sporê, di vegerê de rastî heqaret û êrîşa fîzîkî ya gardiyenan hatibûn. Gardiyenan dûre bi ser qawîşan de girtin û ew derp kirin. Ev ne cara yekemîne û wisan diyar dibe ku dê ne wa dawî be jî. Êdî em nizanin dê kengî dûr were me. Rûmeta mirovan û qanûnên heyî tune tên hesibandin. Em îro şahidiya vê yekê dikin. Bi dehan car me derbarê van binpêkirin û tehrîkan de serlêdana sûc kir, lê me tu encam bi dest nexist. Em her tim rastî bersiva hazir hatin. Bêguman vê jî cesaret da gardiyenan û êrîşên xwe zêdetir kirin. Ji xwe rayedarên girtîgehê jî, qet guh nadin vê rewşê û xemsar tevdigerin.”   Yilmaz, da zanîn ku Vedat Kûrî û Abdullah Karakaya yên ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê sewqî Xerpêtê hatin kirin, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirin, hatin derpkirin. Yilmaz, destnîşan kir ku li vê derê ji bo ku polîtîkayên “Kedîkirinê” bixin pratîkê, bi her awayî rûmet mirovan dişkînin û pêkanînên kêmxistina mirovan bi rêve dibin.   ‘BI HINCETA GEFAN ROJNAMEYAN NADIN’   Yilmaz, di dewama nameya xwe de wiha got: “Li girtîgehê di dayîna rojnameyan de jî astengiyên pir mezin hene. Rayedarên girtîgehê bi hinceta ‘Ewlekariya girtîgehê dike xeteriyê’ dest danîn ser gelek hejmarên rojnameyên Evrensel û Bîrgunê. Dîsan rojnameya Yenî Yaşamê jî, bi hincetên ‘Başbûnê asteng dike’, bi nivîs û nûçeyên xwe ‘Pêşiya kedîkirinê digire’ hat qedexekirin. Kargoyên ji me re tên jî, bêyî ku tu hincetan nîşan bidin, paşve dişînin.”    ‘NIŞEYÊN DANIŞÎNÊ Û BIRYARÊN DADGEHÊ YÊN MIN NADIN’   Yilmaz, bal kişand ser rewşa xwe ya dawî jî û wiha pê de çû: “Ligel ku dozên min bedewam dikin jî, di fîşên min ên kantînê de ji bo min ‘hikumxar’ tê nivîsandin. Di vî warî de heya niha tu îzahat ji bo min ne hatiye kirin. Di pergalê de ez weke hikumxar xuya dikim. Biryarên dadgehê û nişeyên min ên danişînê nadin min. Ji ber vê jî nikarim îtîraz bikim.”   Yilmaz, di dawiya nameya xwe de wiha got: “Min niha ji bêhiqûqiya em dijîn tenê çend hep nivîsandin. Bêhiqûqî û pirsgirêkên li vê derê tên jiyîn, her ku diçin mezin dibin. Ez hêvî dikim ku beyî ku encamek neyênî derbikeve holê, dawî li vê bêhiqûqiyê were.”