‘Heta em bi ser bikevin çalakiya me wê bidome' 2019-03-05 10:16:12   AMED –  9'emîn danişîna doza 19 jê girtî 40 bersûcên ji doza Sûrê tên darizandin, li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Bersûcan di danişînê de tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rexne kirin û diyar kirin ku ji bo tecrîd bi dawî bibe bedela wê çi be dê bidin û heta bi ser bikevin, dê çalakiya xwe berdewam bikin.     9'emîn danişina doza 19 jê girtî 40 bersûcên ji doza Sûrê tên darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Danişîna doza 40 kesên ku nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) ku bi KHK'ê hat girtin Mazlum Dolan jî di navde duh hat dîtin. Di danişînê de 10 kesên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî û parêzerên wan amade bûn. Eskeran dema girtî anîn salonê copê di destê wan de bal kişand ser xwe. Heyeta dadgehê di danişînê de ji bo 12 kesan biryar da ku dosyayên wan ên berê û vê dosyayê bikin yek. Dozger xwest kesên girtî tên darizandin dîsa bi girtî bên darizandin. Heyeta dadgehê ji girtiyan xwest di nava deqîqeyekê de parastinê bikin.    Ji girtiyan Yunus Ozak bi riya tercûman bi kurdî parastin kir û got: "Îro li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîd heye. Ez vê tecrîdê şermezar dikim." Heyeta dadgehê ji ber vê gotinê ew hişyar kir. Ozak, berdewam kir û got: "Ez hemû hevalên ketine grevê silav dikim. Tecrîd dê bişkê, dê faşîzm bişkê, Kurdistan dê azad bibe"    Dadger bi sedema “propaganda rêxistinê dike" axaftina Ozak qut kir. Ozak diyar kir ku mafê wî yê parastinê ji destê wî hatiye girtin û bertek nîşan da. Ozak bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bertek nîşan da û diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe dê çalakiya xwe berdewam bikin.    Girtî Sedat Nurioglu jî parastin kir û tecrîdkirina Ocalan şermezar kir. Sedat Nûrîoglu, anî ziman ku ji 1'ê Adarê ve hemû girtî ketine grevê û wiha got: "Encam çi dibe bila bibe heta em tecrîdkirina Ocalan rakin emê çalakiya xwe berdewam bikin. Ji ber dadger weki Ozak  ji Nurîoglu jî re got “qut bike lan”, “bêdeng bibe ulan” li salonê rageşî pêş ket. Ji girtiyan Baran Aslan, Îhsan Karatay, Umît Ozkan, Mehmet Yakoğlu, Yusuf Boz ve Mehmet Şirin Kaya bertek nîşan dan û ji salonê derketin.    Parêzeran jî piştre bêyî muwekîl parastin kirin û xwestin muwekilê wan bên tahliyekirin. Parêzerê Parlamentera HDP'ê Remzi Tosun jî xwest qedeweya derketina derve ya li ser Tosun bê rakirin.    Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir û biryara berdewama girtina 19 kesan da. Heyetê doz taloqî 10'ê Hezîranê kir.