Bûldan: Baweriya di 31'ê Adarê de hin tişt biguherin zêde ye 2019-03-05 09:09:41 ŞERNAX – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, anî ziman ku Botanê moralekî baş li moralê wan zêde kiriye û got: "Mirov pir bawer dikin ku wê di 31'ê Adarê de hin tişt biguherin. Baş tê dîtin wê mirov derseke baş bidin AKP'ê."  Hevserokên Giştî yê HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, ji 1'ê Adarê ve ji bo hilbijartina 31'ê Adarê bajar bi bajar û navçe bi navçe digerin. Bûldan, piştî Cizîr, Hezex, Silopiya, Şernex û Bêşebabê berê xwe da Colemêrg û Geverê. Wê îro jî li biçe Elbak û Westana Wanê. Di dema vê gerê de, Bûldan bi girseyî û coşeke mezin tê pêşwazîkirin. Lê belê, li Botanê bi coş û girseyeke pir mezin hat pêşwazîkirin.   Di hemû hevdîtinên bi gel re gel bi zext û zoriyên leşker û polîsan re rû bi rû man, lê belê dîsa jî paş ve gav neavêtin. Her wiha di hevdîtinan de herî zêde jin û ciwan hebûn û tim çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat bilêvkirin.    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, der barê çavdêriyên xwe yên ji bo gera xwe ya 3 rojan de axivî.    Bûldan, anî ziman ku ji deverên herî zêde zext û zorî lê hene yek jê jî Şirnex û navçeyên wê ne, lê belê tevî hemû zext û zoriyan jî di 3 rojên serdanên ji bo hilbijartinê de bi eleqeyeke mezin re rû bi rû mane. Bûnlar got: "A rast moraleke mezin, coşeke mezin heye. Me bi çavên xwe dît, ji zarokên 7 salî bigire heta mirovên 70 salî her kes xwedî li vê pêvajoyê derdiekve. Dixwazim bêjim, mirov baş ahy ji girîngiya hilbijartina 31'ê Adarê hene û ji bo rakirina tecrîdê jî bi hesas tev digerin. Li Şernex, Silopiya û Cizîrê mirov tevî hemû êş û azarên mezin em bi coşeke mezin pêşwazî kirin. Êdî mirov bawer dikin û dizanin wê di 31'ê Adarê de hin tişt biguherin. Ji bo şandina qeyûman û ji bo derseke mezin bidin AKP'ê, mirov bibiryar in."