Di 2 hefteyan da 5 caran êrîşî HDP'a Keçîorenê kirin 2019-03-05 09:08:47 ENQERE - Di 2 hefteyan de 5 cara êrîşî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Keçîorena Enqereyê kirin.  Di nav 2 hefteyan de 5 cran êrîşî avahiya HDP'a Keçîorena Enqereyê hat kirin. Hevseroka HDP'a Keçîorenê Turkan Konûkçû, anî ziman ku ew êvarî alayan daildiqînin, lê belê roja din sibehê hemû tên şewitandin.    'POLÎS QEYDÊN XWE JÊ BIRIN'    Konûkçû, diyar kir ku di êrîşê de polîs jî cih digirin û got: "Li ber avahiya me kamera heye. Roja ala hatin şewitanin, ji emniyetê polîs hatin û li kamerayê nerîn. Me ji polîsan re behsa kamerayan kir. Piştî 3 saet şûnde gazî min jî kirin. Gotin 'Lê binerin li holê tiştek tune ye.' Ev kamera 24 saetan têketin-derketin tên kontrolkirin. Dema min li qeydên kamerayê nerîn, hin qeyd jê birine. Çimkî, wexta hevalê mn di ber avahiyê re derbas dibe, dibîne ku ala hatine şewitandin. Li ser vê li min geriya. Lê dîmena heval di kamerayan de tune ye."    CAMÊN AVAHIYA PARTIYÊ ŞIKANDIN    Konûkçû, anî ziman ku piştî şewitandina alayan vê carê jî hin kesên nenas camên avahiyê şikandin û got: "Wexta serê sibehê hatim, min dît cam şikandîne. Paşê ji bajêr û navçeyê gelek kes hatin. Wê kêliyê çend zarokên temenê wan di navbera 7-9 salan de û alaya tirk li wan kirî di ber avahiyê re derbas bûn. Li paceyên avahiyên li derdora avahiya partiyê jî alayên tirk hatin daliqandin. Yanî zarokan jî dikin alet. Ev feraseteke çawa ye, bi rastî jî nizanim."    Konûkçû got: "Li vî welatî eger serkomar rabe û bêje hûn terorîst in, wê hin kes jî êrîşî me bikin û wê alayên me bişewitînin." Konûkçû, diyar kir ku di şertên bi vî rengî de xebata ji bo hilbijartinê zehmet e û got: "Em tim aştiyê bilêv dikin û em ê tim jî bilêv bikin. Dixwazin xebatên me yên hilbijartinê asteng bikin. Lê em ê biçin her derê Keçîorenê. Piştî êrîşan avahiya me tije bû. Em ne bi tenê ne. Em naşibin partiyên din jî. Her ku êrîş dikin em xurtir dibin."