Namzetên Gimgimê: Em ê bi gel re şaredariyê bi rê ve bibin 2019-03-05 09:05:43 MÛŞ – Namzetên HDP'ê yê hevşaredariya Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin, destnîşan kirin ku ew ê bi ferqeke mezin Gimgimê bi dest bixin û gotin: "Em ê bi hev re biryaran bigirin û bi hev re bi rê ve bibin."  Di hilbijartina herêmî ya 2014'an de Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) li Gimgima Mûşê ji sed, 63.4 deng girtibûn û şaredarî bi dest xistibû. Lê belê di 11'ê Kanûna Pêşîn a 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. HDP'ê, niha jî ji bo hilbijartina 31'ê Adara 2019'an Ulku Karaaslan û mahmût Yalçin kirin namzet. Her du namzetan destnîşan kirin ku ew ê bi ferqeke mezin şaredariyê bi dest bixin.    ‘QEYÛM, RANT BIXWE YE'    Ulku Karaaslan, bilêv kir ku armanca wan ew e ku şaredariya hatiye xespkirin bi dest bixin û radestî gel bikin. Karaaslan, anî ziman ku Navenda Jinê ya Savûşkayê jî di nav de gel sazî hatine girtin û got: "Ji niha ve me gelek pirsgirêkên Gimgimê tespît kirin. Em ê evan pirgirêkan tevî gel çareser bikin. Mesela, niha devereke tune ye ku jin biçinê. Em ê ji bo vê bixebitin." Karaaslan, diyar kir ku ew şaredariyê ji kesekî an jî partiyekê nastînin, ewê ji qeyûm bistînin û got: "Em şaredariyê ji hevalekî xwe nastînin. Em ji qeyûm distînin. Qeyûm, rant bixwe ye. Qeyûm ew e ku nirxên gel xesp dike û pêşkeşî alîgirên xwe dike. Li gorî raporên Dîwana Muhasebatê qeyûm nelirêtî kirine. Loma ev hilbijartin ne hilbijartineke asayî ye. Kîjan şaredarî dibe bila bibe, eger em bi dest bixin em ê tevî gel biryaran bigirin û tevî gel bi rê ve bibin."    'EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN'   Namzet Mahmût Yalçin jî, destnîşan kir ku gel ji qeyûm nerazî ye û got: "Em ji bo xizmeta gelê xwe bikin em bûne namzet. Em ê bi awayekî şefaf tev bigerin, guh bidin pirsgirêkên gelê xwe. Em bi tevî gel biryaran bigirin û bi hev re bixebitin. Em ê bi vîna gel bên ser kar. Loma em ê bi hev re biryaran bigirin. Em ê feraseta qeyûman birûxînin. Em ê di 31'ê Adarê de bi ferqeke mezin şaredariyê bi dest bixin û qeyûman bişînin."    MA / Cemîl Ugur