Du dozên Yuksekdag kirin yek 2017-11-07 16:01:57 WAN – Rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Berê Figen Yuksekdag li Wanê hat ditin. Di rûniştina dozê de heyeta dadgehê 2 dosya kirin yek.  3'emin rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Yuksekdag a bi îdîaya "Heqaret li Serokomar kiriye" û "Propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hat vekirin, tevlêbûna bi riya SEGBÎS'ê (Pergala tevlêbûna bi kamera) red kir. Heyeta dadgehê der barê Yuksekdag de biryar daku dosyaya doza wê ya Wanê û Enqereyê bibe yek.    Li aliyê din yekemîn rûniştina Yukserdag a bi îdiaya "Heqaret li Serokomar kiriye" li 4'emîn Dadgeha Asliye Ceza lê hatibû vekirin  hat dîtin. Parêzerên Yuksekdag di dozê de amade bûn. Heyeta dadgehê doz taloqî 5'ê Kanûna 2017'an kir.