Endama Plaza de Mayo, Cortinas: Bila hikûmet û NY Bi lez gavan bavêjin 2019-03-04 16:52:18 AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, li ruxmê serdegirtina polîsan, dîsa çalakiya xwe berdewam dike. Ji Dayikên Plaza de Mayo, Nora Morales Cortinas û Dayika Dersim, Dersîm ziyaret kir. Cartinos, bang li hikûmetê û NY'ê kir û xwest gavên li lezgîn bavêjin. Duh parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag û endamên HDP'ê Sevican Yaşar, Salih Cansever, Îsmet Yildiz, Salih Tekin û Bîlal Ozgezer, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP'ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt û 5 çalakger binçav kirin. Li gel vê yekê Dersîm li avahiya HDP'ê û 5 kesên hatin binçavkirin jî li midûriyeta polîsan di roja 2’emîn de çalakiya xwe berdewam dikin. HDP’ Ziyaretên li avahiya HDP'ê ya Amedê yên ji bo greva birçîbûnê berdewam dike.    EWIL DAYIKA DERSIM DAG KUTDER DAG ZIYARET KIR   Çalakiya parlamentera HDP’ê Dag li avahiya HDP'ê didome. Ewil dayika Dersim Dag Kudret Dag û malbata wê çû ew ziyaret kir û piştgirî dan keça xwe. Dayik Kudret Dag ji ber çalakiyê keça xwe Dersîm pîroz kir û serkeftin ji wêre xwest. Pitre dayikan, namzetên HDP’ê yên hevşaredariyan û gel Dersim Dag ziyaret kir. Yek ji kesên Dag ziyaret kir jî ji dayikên Plaza de Mayo ya Arjantînî Nora Morales Cortinas û rojnamegerên li gel wê ew ziyaret kirin. Dersim, Dayika Plaza De Mayo Cortinas li derve pêşwazî kir û hev hembêz kirin. Piştre sohmet kirin. Cortinas, xwest daxwaza Dersim, Leyla û girtiyên din bi awayekî hiqûqî bê bersivandin û xwest hikûmet û NY gavên demokratîk û hiqûqî bavêjin.    Cortinas, bang li hikûmeta Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û xwest gavên lezgîn bavêjin. Dîsa xwest gel li dijî bêdengiya hikûmetê bertekên xwe bîne ziman û got: "Divê bi lez gav bên avêtin. Em bang li NY'ê dikin ku berpirsiyariya xwe pêk bîne. Ji bo hikûmet gavan bavêje, me name ji Serokomar û Wezareta Dadê re şandiye. Divê ev rewş bêtir wisa berdewam neke. Divê daxwazên girtiyan bê qebûl kirin û tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe. Duih li vir 5 kes hatin binçavkirin. Ev tev berhemên tundiyê û zextan in. Dema em vegerin Arjantînê emê vê yekê niqaş bikin. Divê di vê mijarê de her kes berpirsiyariya xwe pêk bîne.    Cortinas, di 2'ê Adarê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li malê ziyaret kiribû.