Buldan: Me li her devera vî welatî kok daye 2019-03-04 16:21:13 COLEMÊRG - Hevseroka Giştî ya HDP'ê li Colemêrgê axivî û li dijî hedef nîşandana partiya xwe got: "Dibêjin 'terk bikin.' Xwe mîna Maho axa dibîne. Qey dibêjî ev der gund e. Qey tu dibêjî me ji gundê xwe diqewirîne. Ev bajar û ax yên me ne. Me rehên xwe berdaye her devera vî welatî."  Rawestgeha baskê Hevseroka Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û şandeya wê piştî tura Botanê îro bajarê Colemêrgê bû. Pervîn Buldan li gel Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede çûn navenda Colemêrgê.    HEYET BI DEF Û ZIRNÊ HAT PÊŞWAZÎKIRIN    Namzetên HDP'ê yên hevşaredariyên Colemêrg û navçeyan û bajarokan şandeya Buldan di têketina Colemêrgê de pêşwazî kirin. Tevî barîna dijwar a berfê jî colemêrgiyan kêfxweşiya xwe bi berzkirina slogan, lîlandin û çepikan nîşandan. Esnafên li ber kargehên xwe û welatiyên li ser kolanan otobusa hilbijartinê ya şande têde bû silav kirin.    Welatî ji serê sibehê ve li ber avahiya HDP'a Colemêrgê kom bûn. Welatiyan li ber def û zirneyê govend gerandin û bênavber dirûşmên "HDP gel e, gel li vir e" û "Qeyûm wê biçin, gel wê were" berz kirin. Li ber buroya hilbijartinê jî Buldan û şandeya pê re ji aliyê girseyek mezin ve bi berzkirina dirûşman hat pêşwazîkirin. Di hevdîtina gel de kêfxweşiyek mezin serdest bû. Piştî ku Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Colemêrgê Seher Kadîroglu Ataş û Cîhan Kahraman derketin ser otobusê û gel silav kirin.    'EM Ê XWE RIZGAR BIKIN'   Piştî silavkirina namzetan, ewil Serokê Giştî yê PÎA'yê Mehmet Kamaç axivî û got: "Em ji bo parastina nirxên gelê kurd bûn îtîfaq. Yên ku vê îradeyê binpê kirin, em ê di 31'ê Adarê de nîşanî wan bidin. Îtîfaqa me dîrokî ye. Wê îtîfaq dewam bike. Em ê bi hev re tevger bikin û em ê bi hev re rizgar bibin. Em ji vê axê naçin. Ev ax axa bapîr û dapîrên me ye."    ‘WÊ AZADÎ PÊK WERE'    Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak jî ewil silavên xwe ji Leyla Guven re şand. Bucak anî ziman ku qeyûman îradeya gelê kurd binpê kirin e û got: "Tenê em ê ne li Colemêrgê em ê li her deverê qeyûman bişînin. Em ê qeyûmê Colemêrgê di 31'ê Adarê de bişînin bajarê wî. Wê piştî 31'ê Adarê azadî pêk were. Em ê bi ser kevin û dê serkeftin her tim a me be."   'BIRÊZ OCALAN DENGÊ AŞTIYÊ YE'    Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî silavên xwe ji Colemêrgê ji Leyla Guven re şand. Ozturk bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Dengê Birêz Ocalan dengê aştiyê ye."    'COLEMÊRGÊ SERÎ NATEWÎNE'   Pişt re Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan derket ser otobusê û xîtabî gel kir. Buldan wiha axivî:   "Em îro serbilind in ku li Colemêrgê ne. Baş e ku hûn hene. Tevî hemû astengiyan jî we vê qadê tije kir. Ev ne mitîng e. Ev vekirina buroya me ye. Astengiyên mezin derxistin lê we li astengiyan guhdar nekir. Gelê Colemêrgê serî natewîne û bîat nake.    EM Ê DI SINDOQAN DE DERSÊ BIDIN WAN    Em di pêvajoyek zor de derbas dibin. Tevî hemû zodestî û êrîşên li ser me jî em diçin ku ji aliyê kêfxweşiya mirovan ve tên pêşwazîkirin. Wê ev coş û kelecana we xwe di sindoqên 31'ê Adarê de bide nîşanadan. Çimkî gelê Colemêrgê vê yekê baş dizane. Ji ber ku her tim hilbijêrên we di bin zextan de ne. Dixwazin bi girtina siyasetmedarê we û tayînkirina qeyûman vî bajarî birêve bibin. Lê wê ev bajar roja hilbijartinê dersê bide wan. Her çiqas me bikujin, bigirin û îradeya me binpê bikin jî lê em ê bi hêviyên azadiyê bijîn û kes nikare hêviya me bişkêne.    COLEMÊRGÊ DI BIN DEYNAN DE HIŞTIYE   Di 31'ê Adarê de bendewariyek me ya mezin ji Colemêrgê heye. Di esasê xwe de gelê me yê Colemêrgê biryara xwe daye. Ewil qeyûm tayînkirin û pişt re jî kirin namzetên xwe. Heke mirov jê bipirse ka rêya nexweşxaneya dewletê li ku ye, bawer bikin wê nizanibe. Dema ew qeyûm diçe malên mirovên me li malan lêgerînê pêk tîne. Ew qeyûm bi kîjan malbatê re hevdîtinê bike bi çapemeniyê re parve dike. Dixwaze berê gelê Colemêrgê bide hev. Colemêrgê di bin deynan de hiştiye. Siberoja gelê me xistiye bin deynan. Em li vir soz didin we em ê wî qeyûmî bişînin Enqereyê.    QEY DIBÊJE MAHO AXA YE    Erdogan beg, rabûye û partiya me ji xwe re dike hedef. Ji me re dibêje 'biçin ji van deran.' Li me heqaretkirin ji xwe re wek wezîfeyekê dibîne. Dibêjin 'terk bikin.'  Xwe mîna Maho axa dibîne. Qey dibêjî ev der gund e. Qey tu dibêjî me ji gundê xwe diqewirîne. Ev bajar û ax yên me ne. Me rehên xwe berdaye her devera vî welatî. Divê Serokkomarê welatekî ji welatiyên xwe nefret neke û welatiyên xwe neqewirîne û îradeya bi milyonan mirov tune nehesibîne. Gelek Serokkomar hatin û çûn. Lê Serokkomarê vî welatî rabûye kesên dengê xwe nedin AKP'ê hebûna wan li vî welatî tune dihesibîne. Lê em ew partî ne ku hemû reng û deng û awazên xwe yên azadî û demokrasiyê datînin holê.    DAXWAZA REWA Û QANÛNÎ YE   Parlamentera vî bajarî hevala me Leyla Guven 117 roj in û hemû girtîgeh di greva birçîbûnê de ne. Daxwaza wan rewa ye, mafdar e û qanûnî ye. Em wek HDP'ê li pey vê daxwaza wan rewa ne.   Herî dawî dixwazim vê yekê bo we bêjim; em xwedî li sindoqên xwe derkevin û dengên xwe biparêz in. Gelê Colemêrgê wê carek din dîrok binivîsîne û ji sedî 90 wê serkeftina xwe îmze bike."    Buldan û şandeya pê re piştî Navenda Colemêrgê derbasî Navçeya Geverê bûn.