Temellî bersîv da Erdogan: Em li vir in di 31'ê Adarê de emê biçin ser sindoqan 2019-03-04 14:01:10 AGIRÎ – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, li Bazîdê ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Temelli, li Bazîdê bersîv da Erdogan û wiha got: "Em naçin tu derê. Em li vir in. Em dê di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan."  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartinê de xebatên xwe berdewam dike. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatan de gel ziyaret dike û tev li mîtîngan dibe. Temellî û heyeta li gel wî bi karwanek mezin li dora navçeya Bazîdê geriya û derbasî avahiya HDP'ê ya bazidê bûn. Bi hezaran girseya ku dengê muzîkê bihîst, berê xwe dan karwanê. Temelî, piştî demekê ji maşînê daket û tevî girseyê meşiya avahiya HDP’ê ya Bazîdê bûn. Temellî û namzetên HDP'ê li kolanê rastî eleqeyek gelek mezin hatin. Temellî, piştî heta avahiya HDP'ê meşiya li vir axivî. Girse beriya axaftinan li ber avahiya HDP'ê ya Bazîdê bi def û zurneyan govend gereandin. Zarok, ciwan, jin, kal û pîrên hatin qadê, coşek mezin ava kirin. Ewil Namzetên Hevşaredarên Bazîdê Yildiz Acar û Cesim Çakan derketin ser dikê û gel slav kirin.    Hevserokê Giştî ye HDP'ê Sezai Temellî, anî ziman ku Navenda Serhedê Bazîd e û wiha got: "Bazîd warê Ehmedê Xanî ye. Navenda Çanda Kurd in. Tu karê me bi mirinê. Karê me bi jiyanê heye. Em dê jiyanê ji nûve geş bikin. Em dê mîrateya Ehmedê Xanê belav bikin. Temellî, da zanîn ku AKP ji aliyê 71 kesan ve hat avakirin û niha tenê 2 kes mane û wiha got: "Ew her tim  dibêje yek yek. Ew niha tenê maye. Heta tecrîda Amedê ranebe, aştî, aramî û demokrasî nayê Tirkiye. Em li vir Leyla Guven silav dikin. Leyla Guven rûmeta me ye. Duh parlamentera me Dersîm Dag  dest bi grevê kir. Daxwaza wê rewa ye. Ger ku ev daxwaz nayê dîtin, daxwaza aştiya civakî jî nayê ditin."     TEMELLÎ: QEYÛM KORTIK Û HERÎ YE   Temelli, bal kiyand ser xizmeta qeyûmê û wiha berdewam kir: "Qeyûm koncal, kortik, herî û çop e. Nelirêtî, xizanî û dizî ye. Ji bo em dawî li vê siyasetê bînin emê di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan. Dê di 31'ê Adarê de HDP ji sindoqê derkeve. Em dê kurd, sunnî, turk û gelên dîn bînin cem hev û HDP'ê ji sindoqan derxin. Êdî dema em dawî li vê zilm û zextan bînin hatiye. Di 31'ê Adarê de emê bêjin li vir in û biçin ser sindoqan. HDP  gel e. Gel li vir e. Êdî gel li dora wan nemaye. Ji ber vê yekê her roj 3- 4 saetan qala yek yek yekê dike."    Temelli, herî dawî bersîv da Erdogan û wiha got: "Em naçin tu derê. Em li vir in. Em dê di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan. Em dê li her derê biçin ser sindogan. Ji ber ku em partiya Tirkiyeyê ne.    Gel piştî axaftinê xwest demekê bi Temellî re bimeşe. Li ser daxwaza gel Temellî qasî demekê bi gel re meşiya û piştre bi karwanek mezin derbasî navçeya Giyadînê bû.