Girtiyên di greva birçîbûnê de hatin derpkirin 2019-03-04 13:20:35   BALIKESÎR - Hat diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Bandirma, ji ber ku girtiyên di greva birçîbûnê de hejmara li ser piyan qevûl nekirin, ji aliyê gardiyenan ve hatin derpkirin.    Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Bandirma, hin girtiyên di greva birçîbûnê de, ji aliyê gardiyenan ve hatin derpkirin. Birayê Berdan Alantar ê di greva birçîbûnê deye Bîlal Alantar, da zanîn ku birayê wî û hevalên wî ji aliyê gardiyenan ve hatine derpkirin. Bira Bîlal Alantar, diyar kir ku birayê wî jêre gotiye ku ew dibin zextandene.    ‘JI BER KU HEJMARA LI SER PIYAN QEBÛL NEKIRIN DERB KIRIN’   Girtî Berdan Alantar bi rêya hevdîtina telefonê ya heftane, ev agahî bi birayê xwe re parve kir: “Ji ber ku em li dijî ferzkirina hejmara li ser piyan derketin, gardiyenan êrîşî me kirin. Ji ber vê êrîşê hevalê me hasîp Kaplan birîndar bû. Dîsan hevalê me yê binavê Omer Dorûdemîr, dema derxistin hevdîtina telefonê, rastî êrîşa gardiyenan hat û di korîdorê de hat derb kirin. Em ev êrîşa gardiyenan bilêxistina derî û berzkirina dirûşmeyan şermezar û bertekên xwe nîşan da. Gardiyanên heqaret li me kirin û dijûn ji me re gotin.”      Bira Alantar, diyar kir ku êrîşên wiha yên li ser girtiyên di greva birçîbûnê dene, nayên qebûl kirin.    ‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN EMÊ JÎ BIKIVEN GREVA BÊDEM!’   Bira Alantar, da zanîn ku birayê wî ev 30 rojin di greva birçîbûnê deye û ev peyam da: “Ji xwe fikarên malbatên mîna me ku zarokên wan di greva birçîbûnê de, pir zêdeye. Em xwedî vê sekna wan a birûmet derdikevin. Êrîşên wiha, nîşaneya rejîmek faşîzaneye. Ger ev êrîş dewam bikin, emê jî bikevin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger.