4 demsal berxwedan 2017-11-07 15:10:19 ENQERE – Li Kolana Yukselê 4 demsalin çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" berdewam dike. Çalakiyên ku salek bere îro dest pê kir salek li pey xwe hişt. Çalakiya ku 365 rojin bê navber li kolana Yukselê berdewa dike êrîşên li dijî çalakgeran jî bê navber berdewam kir. Di çalakiyên ku 3 kes ketine sînorê mirinê, heta niha 500 hezar tl ceza li wan hatiye birîn. Bi sedan kedkar hatin binçavkirin û berdan. Çalakgerên Yukselê çalakiya xwe wekî “Çar demsal berxwedan" pênase kirin.  Di 15'ê Tîrmeha 2016'an de piştî hewldana darbeyê pêk hat, di 20'ê Tîrmehê de hikûmeta AKP'ê OHAL îlan kir. Bi îlankirina OHAL'ê re KHK hatin derxistin. Hikûmetê bi KHK'yan bi sed hezaran karmend û karker ji kar derxistin û îxrac kirin.    BERTEKA YEKEM GULMEN NÎŞAN DA   Piştî OHAL hat îlan kirin û karker û kamend bi KHK'yan hatin îxrackirin, karker û karmendên hatin îxrackirin ji ber hewaya OHAL'ê zêde dengê xwe nekirin. Lê akademîsyena Zanîngeha Selçukê Nuriye Gulmen piştî hat îxrackirin, salek berê di 9'ê Mijdara 2016'an de li Kolana Yukselê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Gulmen, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê dest bi çalakiya rûniştinê ya bêden kir. Li ser navê xwe û deh hezaran kedkarên cemaweriyê çalakî da destpêkirin. Pişti Gulmen dest bi çalakiye kir di roja ewil de polîsan mudaxaleyî Gulmen kir û ew binçav kirin. Her ku Gulmen hat berdan roja din Gulmen dîsa li heman nokteyê çalakiya xwe berdewam kir. Gulmen bi sedan caran li Kolana Yukselê rastî tundiya polîsan hat û hat binçavkirin.    OZAKÇA: EM DÊ BI SER BIKEVIN   Piştî Akademîsyen Nuriye Gulmen dest bi çalakiye kir, di 17'ê mijdarê de jî Mamoste Semîh Ozakça yê 244 rojin di greva birçîbûnê de ye Esra Ozakça ya 169 rojin di greva birçîbûnê de ye dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Ozakça bi silogana "Em dê bi ser bikevin" li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Yukselê dest bi çalakiyêkirin. Piştre hîndekar Acun Karadag û remsa kolana Yukselê Velî Saçilik li Yukselê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Çalakiya ku Gulmen dest pê kir vegeriya çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" û heta îro berdewam kir. Her ku çalakgeran li Kolana Yukselê kom bûn û rûniştin polîsan êrîş kir û ew binçav kirin. Her ku hatin berdan çalakgeran dîsa li kolana Yukselê çalakiya xwe berdewam kir.    Çalakger Velî Saçilik ku berê di operasyona "vegera jiyanê " de li girtîgehê birîndar bûbû, di 22'ê Mijdarê de tev li çalakiye bû û heta îro berdewam dike. Saçilik, her roj li kolana Yukselê di ber xwe dide. Her roj rastî êrîşa polîsan tê û êdî bûye remza Kolana Yukselê.    DI PEŞENGIYA GULMEN Û OZAKÇA DE 120 ROJ    Çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin di pêşengiya Gulmen û Ozakça  de 120 rojan berdewam kir. Di 20 rojên ewil ên çalatiyê de Gulmen, 17 caran hat binçav kirin.  Gulmen hêj ji wê demê de diyar kir ku ger mudaxale berdewam bikin dê dest bi  greva birçîbûnê bikin. Piştî mudaxale zêde bûn, Gulmen û Ozakça, di 11'ê Adara 2016'an de diyar kirin ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê dikin. Di 9'ê Adarê de li meclîsê daxuyanî dan û li dervê meclîsê hatin binçavkirin. 5 rojan di bin çavan de man û bi şerte kontrolê hatin berdan. Gulmen û Ozakça, di 9'ê Adarê de di bin çavan de dest bi grevê kirin. 245 rojan di greva birçibûnê dene. Greva Gulmen li girtîgehê û li hepsa malê berdewam dike.  Di roja 76'an de di 22'ê Gulanê de Gulmen û Ozakça dema di greva birçîbûnê de bûn polîsan li Kizilayê bi ser malên wan de girtin û binçavkirin. Pitre re hatin girtin.    BÎRDARIYA MAFÊN MIROVAN DIRPÊÇ KIRIN   Polîsan piştre der û dorê Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê bi bariyeran dorpêç kir û destûr neda li wir çalakî bên li darxistin.  Hemû kesên xwestin li ber Birdariyê daxuyaniyê bidin rastî êrîş û tundiya polîsan hatin û hatin binçavkirin ji wê rojê heta niha Bîrdariya Mafên Mirovan hatiye dorpêçkirin. Piştî Gulmen û Ozakça hatin girtin jî çalakiya li Kolana Yukselê bê navber berdewam kir. Pişti di 6'ê Tîrmeha 2017'an de Acun Karadag, Erdogan Canpolat, Nazife Onay, Esra Ozakça û Nazan Bozkurt hatin binçavkirin di 12'ê tirmehê de rastî cezayê hepsa malê hatin. Lê çalakgeran biryar nas nekirin û tevî qeydên li piyê xwe hatin Kolana Yukselê û çalakiyên xwe berdewam kirin.    GAZA BI JAHR AVÊTIN ÇALAKGERAN    Li gorî lêkolîna Odeya Tabîban a Enqereyê (ATO) hat diyar kirin ku gaza îsotê ya Model5 ku bi jahr e avêtine nava çalakgeran. Piştre bi porê çalakgeran girtin û li kolanê îşkence li çalakgeran kirin. Her rojê 2 kes binçav kirin. Heta niha Veli Saçilik 50, Acun Karadag 70 û İlker Işik 100 caran zêdetir hatin binçavkirin.    SAÇILIK: 500 HEZAR TL CEZA LI ME BIRÎN    Çalakger Velî Saçilik, ji Ajansa Mezopotamya re axivî û diyar kir ku tenê di meha dawî de ji ber Berxwedana Kolana Yukselê 70 hezar tl ceza li wî hatiye birîn û wiha got: "Bi giştî 500 hezar tl ceza li min birîn. Salek e em li Kolana Yukselê li dijî pûlên AKP’ê Karê xwe paşve dixwazin. Di bin navê mudaxaleya Fetullah de kedkar û kesên bindest kiriye hedefa xwe. Ez çalakiyên Kolana Yukselê wekî çalakiyên serkeftî pênase dikim. Tenê ji bo ku me hêj çalakiyên Nuriye û Semih negihandine astekê ez xemgîn dibim. Ev kêmasiyê hemû kesên bûne mexdûrên AKP’ê ye. Di roja ewil de Nuriye di 9'ê mijdarê de bi tena serê xwe dest bi çalakiyê kir. Çalakiya ku Rosa Parks li koltuxa sipiyan rûniştiye ye. Vê çalakiyê feraseta OHAL'ê ya ku kolan qedexe kirine perçe perçe kiriye.    ÇAR DEMSAL BERXWEDAN   Çalakger Acun Karadag jî ani ziman ku wan di nava 4 demsalan de bê navber çalakî pêk anin û wiha got: "Berxwedanek 4 demsalan bê navber berdewam kir. Êdî cîhanê dengê me bihîst. Lê îktîdar dengê me nabihîze. Niha dîsa berxwedana mezin berdewam dike. Em dê vê berxwedanê bi serkeftinê bi encam bikin. Em çalakiya salekê wekî li dijî OHAL’ê Berxwedana 4 demsal bi nav dikin.    365 ROJAN BINPÊKIRINA MAFÊN MİROVAN   Endamê  Lijneya Navendî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Adnan Vural jî anî ziman ku dewlet salek e li dijî çalakiyên li Kolana Yukselê berdewam dike mafan binpê dike û wiha got: "Dewlet salek e li Kolana Yukselê mafan binpê dike. 365 rojin mafên mirovan îhlal dike.    MA / Selman Guzelyuz