Girtiyê hat berdan: Çalakger dixwazin gel dengê wan bilind bikin 2019-03-04 09:31:39 MÊRDÎN - Azîz Şîmdî yê hat berdan ku ji 5'ê Çile ve li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, diyar kir ku 9 çalakgerên di girtegehê de man gel silav kirin û got: "Çalakger dixwazin gel dengê wan bilind bikin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe, divê hemû kes tişta ji destên wan tên bikin."  Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 117'emîn de berdewam dike.   9 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê ji 5’ê Çileve bi heman armancê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene. Di 1'ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehên herêm û Tirkiyeyê girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.   ‘BI HÊZ BÛN’    Azîz Şîmdî yê 8 meh  li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtîbû û di 2’yê Adarê de hat berdan, bal kişand ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de û got: “Rewşa girtiyan baş bû.” Şîmdî, da zanîn ku girtiyan silav ji raya giştî re şandin û wiha axivî: “Girtî bi hêz bûn. Çalakiya xwe berdewam dikin. Ji ber greva birçîbûnê girtî hêdî hêdî kîlo didin. Êdî êş diket serê girtiyan. Bi hincetên qedexeyên cuda pirtûkan nadin girtiyan.”    ‘GIRTIYAN XWEST GEL XWEDÎ ÇALAKIYA WAN DERBIKEVIN’   Şîmdî, destnîşan kir ku hêviyek mezin a girtiyan ji raya giştî heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girtiyan xwetin gel dengê wan bilind bikin û ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê, hemû kes erka dikeve ser milê wan pêk bînin. Moral û motivasyona girtiyan heta bêje bilind bû. Di wê baweriyê dene ku bi çalakiya xwe dawî li tecrîdê bînin.”   MA / Ahmet Kanbal